Înîsiyatîfa Gel a Amedê: Em şehîdên xwe bi serhildanan bi rê bikin

Înîsiyatîfa Gel a Amedê: Em şehîdên xwe bi serhildanan bi rê bikin

Însiyatîfa Gel a Demokratîk ya Amedê ji gelê Kurd xwest ku xwedî li cenazeyên 10 gerîlayên HPG’ê yên li navçeya Licê ya Amedê bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin, derkevin û bang kir ku em şehîdên xwe bi serhildanan bi rê bikin.

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Amedê daxuyaniyekê weşand û da zanîn ku di sala dawî de bi pêşengiya Rêberê Gê kurd Abdullah Ocalan, Gelê Kurd, Hêzên Gerîla, girtiyên siyasî berxwedaneke topyekun hate meşandin û diyar kir ku planên tasfiyeyê yê dewleta tirk ya faşîst hatine pûçkirin.

Di daxuyaniyê hat gotin ku li idjî vê berxwednê hikûmeta AKP’ê li her qadê dest bi êrîşan kiriye û wiha pêde çû: “Hema her roj opesyonên qirkirinê yên siyasî dimeşîne, li dijî dijî gerîlayên azadiyê çekên kîmyewî bi kar tîne, li bajarên weke Afyon û Karabukê komên faşîst kurdan lînç dikin û li zindanan jî îşkenceya psîkolojîk û fîzîkî tê meşandin û êrîşên cenazeyên gerîlayan dikin.

Tu rewatiya dewleta dagirker ya Tirk li Kurdistanê nemaye. Dewleta tirk û hikûmeta AKP’ê ku her tiştê xwe wenda kiriye vê carê bi awayekî hovane êrîşên nirx û gel dike. Erdoganê sextekar dibêje ya hez bike an jî dest jê berde û biçe. Bi vê gotinê fermana kuştina kurdan dide. Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Necdetê Kîmyewî û Walitiyê Amedê yê dijminê kurdan ku ev fermana girtine dest bi operasyonan kiriye.

Li navçeya Licê ya Amedê 10 gerîlayên HPG’ê di encama bikaranîna Çekên Kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan. Ev pêkanîna ku sûcê şere, dê bi awayekî tund bersiva xwe bigire.”

Însiyatîfê banga xwedîderketina li cenazeyan kir û wiha got: “Gelê welatparêz yê Amedê dê bi awayekî baş xwedî li cenazeyên hevalên xwe yên şehîd derkevin. Divê nîşan bide ku ev der Kurdistane û ev welatê kurdan e. Divê carek din nîşan bide ku divê dewleta faşîst ya kurd ji vir derkeve. Di vê hemû gelê Amedê û yên hemû navçeyan bi heybeteke mezin cenazeyan pêşwazî bikin û bi ruhê serhildanê tevli bibin.”