Îlham Ehmed: DBK pêşketina herî girîng a 2012 bû

Îlham Ehmed: DBK pêşketina herî girîng a 2012 bû

Endama Desteya Bilind a Kurd (DBK) Îlham Ehmed pêşketin û geşedanên sala 2012 yên li Rojavayê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand û got: “Ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê pêngava herî girîng damezrandina Desteya Bilind a Kurd (DBK) bû. Ev yek jî ji bo yekitiya Kurdan jî pêngaveke girîng bû.”

Endama Desteya Bilind a Kurd (DBK) Îlham Ehmed bal kişand ser pêşketin û geşedanên girîng ên li Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku li Rojavayê Kurdistanê pêşketina herî girîng avakirina Desteya Bilind a Kurd bû.

Îlham Ehmed got: “Ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê pêngava herî girîng damezrandina Desteya Bilind a Kurd (DBK) bû. Ev yek jî ji bo yekitiya Kurdan jî pêngaveke girîng bû. Ji xwe di dema Şoreşê de em gavek wisa baş dinirxînin. Lê niha sala ku gelê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê saleke pir giran bû û bûyerên pir dijwar rû dan. Lê tevî hemû zehmetiyan gelê Kurd gelek tiştên baş bi dest xist, xwe ji pêşeroja Sûriyeyê re amede dike. Ev destkeftiyên Gelê Kurd bi hêsanî hatin bi dest nexistin, lê belê encama hişyariya Kurdan di nava tevgera xwed de nîşan dan. Gelê me bi rengê xwe beşdarî Şoreşa gelên Sûriyeyê bû ji ber ku pir giring bû ku kurd bi awayeke stratejîk tevbigerin, ji tu kesî re nebin alî û di dawiyê de bêpar bimîne û mafên xwe bidest nexînin. Lê belê em dikarin bi xwe xwedî li mafên xwe yê rewa derbikevin. Jixwe li ser van bingehan me di Desteya Bilind a Kurd de stratejiya xwe nîşan da. Em bi vî rengî tevlî Şoreşa Gelê Sûriyeyê bûn. Jixwe berxwedana gelê Kurd pêşeroja hemû Sûriyeyê diyar dike û avakirina Desteya Bilind a Kurd gaveke giring e ji bo hemû gelê Sûriyeyê.”

Endama DBK’ê Îlham Ehmed xebatên Desteya Bilind a Kurd (DBK) nirxand û got: “Tevî ku em di qonaxa yekem ji avakirina Desteyê de ne, lê gelek gavên berbiçav hatin avêtin. Jixwe Deste ji ber nêrînên Cûda di navdera her du Meclisan de rastî pir zehmetiyan hatiye, ji ber her meclîsek rêbazek xwe ya taybet ji bo xebatê dide nîşandan. Her wiha nakokiyên ku di navbera Meclisa Niştimanî Kurdî de jî hene. Lê di vivînên dawî ku Desteya Bilind a Kurd li dar xistin, em li ser van kêmasiyan rawestiyan û me ev kêmasî derbas kirin. Bi vî awayî em dikarin bibin nûnerên hemû civaka Kurd . Her wiha em dikarin pîlanên ku dijminên kurdan ji me re plan kirine vala derbixînin, di serî de dewleta tirk ku pir pîlan li himber destkeftiyên gelê Kurd li dar xistine. Em baş dizanin ku hîn pir planên din li hember destkeftiyên gelê me hene.”

Di derbarê salvegera komkujiya Roboskiyê de Ehmed da zanîn ku ne cara yekeme ku dewleta Tirk komkujiya li hember gelê Kurd li dar dixe û ev nirxandin kir: “Di sala 1992 de jî dewleta Tirk li hember gelê me yê ku ji Başûrê Kurdistanê ber bi Bakurê Kurdistanê ve koçber bibû li rastîkomkujiyên dewleta Tirk hat. Ango mirov dikare bibêje ku Tirkan siyaseta inkar û tunekirinê li hember gelê kurd meşandiye. Ev kiryarên Tirkan ji ber ku ji îradeya azad a gelê me pir ditirse."

Derbarê wefata parlementer û siyasetmedarê Kurd Şerafettîn Elçî ku jiyana xwe ji dest da Ilham Ehmed sersaxî ji malbatê re xwest û berxwedana Elçî ya salên dawî ku li Bakurê Kurdistanê dida meşandin silav kir.

Di dawiya nirxandina xwe de Ilham Ehmed got:''em hêvî dikin ku Sala 2013 bibe sala azadiya gelê kurd û bidestxistina mafên xwe yên rewa''.