ÎHD'ê û TÎHV'ê biboneya hefteya mafên mirovan rapora mayînan aşkere kir. ÎHD'ê di raporê de diyar kir ku, li Tirkiyeyê 15 hezar mayîn hêj di dest dene û 977 hezar û 163 jî çandî ne. TÎHV'ê jî di raporê de diyar kir ku di 9 mehên 2012'an de 16 zarokan jiyana xwe ji dest dane.
Li Tirkiyeyê ji ber mayînên çandî nayên komkirin, gelek welatî û zarok bi mayînan jiyana xwe ji dest didin. Di şerê ku 30 salin didome de gelek welatiyan bi mayînan jiyana xwe ji dest da. Di hefteya mafê mirovan ku Tirkiye di 10'ê kanûna 1948'an de Danezana Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî qebûl kir de, ÎHD û TÎHV'ê rapora mayînan aşkere kir. Ligel ku Tirkiye peymana Ottawa 20 sal berê qebûl kir jî dîsa mayînên çandî hêj nehatine komkirin.
LI TIRKIYEYÊ 15 HEZAR MAYÎN DI TEPO DENE, 977 HEZAR Û 163 MAYÎN JÎ ÇANDÎ NE
Li gorî lêkolîna ÎHD û TÎHV'ê li Tirkiyeyê 15 hezar mayînên di tepo de hene. Hêjmara mayînên çandî yên di bin erdê de jî li gorî daneyên 2011'an 977 hezar û 163 ne. Li sînorê Sûriyê 613 hezar û 715, li sînorê Îranê 194 hezar û 755, li sînorê Iraqê 69 hezar û 33, li sînorê Ermenistanê 21 hezar û 856 mayînên çandî hene. Ji bilî vanan 77 hezar û 804 mayîn li nava Tirkiyeyê hatine çandin.
LI TIRKIYEYÊ SERÊ HER 10 MIROVAN MAYÎNEK DIKEVE
ÎHD'ê û TÎHV'ê da zanîn ku, li Êlih, Çewlîk, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Wan û gelek cihên din li ser axa wan mayîn hatine çandi. Di raporêde hate zanîn ku, li Erdexan, Êlih, Amed, Bazîd, Dîlok Colemêrg, Îskenderûn, Kaxizman, Qers, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Şirnex, Dêrsim û Wanê li 15 navendan ji her 10 mirovan mayînek dikeve.
DI 9 MEHÊN DESTPÊKÊ ÊN 2012'AN DE 16 KES HATIN KUŞTIN
Wexfa Mafên Mirovan ya Tirkiyeyê (TÎHV) jî anî ziman ku, di navbera 1'ê Çile û 30'ê Îlonê de di teqîna mayînan de 16 kesan jiyana xwe ji dest dane û 37 kes jî birîndar bûne. TÎHV'ê da zanîn ku, di teqandina mayînan de jî 14 kesan jiyana xwe ji dest da û 15 leşker 91 sivîl bi tevahî 106 kes birîndar bûne.