ÎHD: Înkar û asîmîlasyona li ser Kurdî didome
Şaxa ÎHD’ê ya Amedê bi munasebeta 15’ê Gulanê Roja Cejna Kurdî, daxuyaniyek da û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê têkildarî înkara li ser Kurdî pêvajoyek rûbirûhatinê nedaye destpêkirin û qedexe ranekirine.
Şaxa ÎHD’ê ya Amedê bi munasebeta 15’ê Gulanê Roja Cejna Kurdî, daxuyaniyek da û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê têkildarî înkara li ser Kurdî pêvajoyek rûbirûhatinê nedaye destpêkirin û qedexe ranekirine.
Şaxa ÎHD’ê ya Amedê bi munasebeta 15’ê Gulanê Roja Cejna Kurdî, daxuyaniyek da û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê têkildarî înkara li ser Kurdî pêvajoyek rûbirûhatinê nedaye destpêkirin û qedexe ranekirine. Di daxuyaniyê de banga divê demildest dawî li asîmîlasyonê bê dayîn û sererastkirina destûra bingehîn pêk bê hat kirin.
ÎHD’a Amedê bi munasebeta 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî da.
ZIMANÊ KURDÎ HÎNA QEDEXE YE
ÎHD'ê got: “Gel, bawerî, çand û olên ku li vî welatî bi statuya welatîbûnê jiyan, yek dewlet, yek netewe, yek al lê hatin ferzkirin. Di tevahiya dîroka Komarê de, ji bo avakirina netewe dewletê, hewl hat dayîn ku gelan bikin yek tîp û gel bi înkar, asîmîlasyon û komkujiyan re rû bi rû hatin hiştin. Di aliyê aborî û manewî de rastî şîdeta dewletê hatin. Cudahiyên li welat dijiyan, serî tewandin, lê hatin ferzkirin. Gelekî bi salan nekarî zimanê xwe biaxive, nekarî bikar bîne. Îro 15’ê Gulanê Rojava Cejna Zimanê Kurdî ye. Lê zimanê Kurdî qedexe ye. Ev zext û qedexeya ku gel pê re rû bi rû maye bêguman zilm e. Binpêkirina mafê mirovan e. Komara Tirk vê binpêkirinê ev 92 sal e pêk tîne. Hîna jî didomîne.”
ÇI HATIN JIYÎN?
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku Kurd 15’ê Gulanê bi hewaya cejnê pîroz dikin û têkildarî polîtîkaya yek tîpî de wiha hat gotin: “Navên gund, bajarok, bajar, çiya, deştan ên li Kurdistanê ev 92 sal e bi Kurdî nehatin gotin. Hemû hatin guhertin. Kurdan nekarî navên Kurdî li zarokên xwe bikin. Rastî pêkanînên keyfî hatin. Zarok bi çîrokên zimanê dayika xwe mezin nebûn. Bi zimanê xwe perwerde nedîtin. Kirin parçeyekî çanda cuda. Welatiyên vî welatî bûn. Lê di saziyên cemawerî de ti car ji zimanê xwe feyde negirtin. Nekarîn derdê xwe li saziyên cemawerî vebêjin. Gelek caran ji ber zimanê fermî nedizanîbûn, biçûk hatin xistin. Hatin qewirandin. Li girtîgehan nehiştin bi zarokên xwe re bi zimanê xwe biaxivin. Digotin Tirkî biaxive, pir biaxivin.”
Her wiha hat destnîşan kirin ku AKP’ê bi salan li dijî asîmîlasyona ku pêk tê, pêvajoyeke rûbirûhatinê nedaye destpêkirin û qedexeyên li pêş zimanê Kurdî ranekiriye. Di daxuyaniyê de banga divê demildest dawî li asîmîlasyonê bê dayîn û sererastkirina destûra bingehîn pêk bê, hat kirin.