Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ji bo mafê Abdulvahit Kiliç yê li Girtîgeha Tîpa M ya Mîdyatê mirî hate dîtin biparêzin û serlêdana wan ya 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Mêrdînê hat redkirin dê serî li Dadgeha Makeqanûnê bidin. Endamê Komîsyona Girtîgehan ya ÎHD'a Amedê Prz. Muhterem Suren diyar kir ku, ew dê serî li Dadgeha Makeqanûnê bidin. Suren anî ziman ku, heyetê bi redkirina serlêdana wan peymana PMME'ê binpê kiriye.
Girtiyê siyasî Abdulvahît Kiliç yê 43 salî li Girtîgeha Tîpa M ya Mîdyatê jiyana xwe ji dest dabû. Di derheqê Kiliç de ji ber îdîaya ku tevlî çalakiya ji bo Aydin Erdem ê ku li Amedê tê îdîakirin ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin bû lêpirsîn hatibû destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de di 21'ê adara 2012'yan de ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê ve bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" hatibû girtin û şandibûn Girtîgeha Tîpa D ya Amedê. Kiliç ê ku 4 mehan girtî ma bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qirika xwe birîbû û hewildanan întîharê kiribû.
Kiliç yê ku bi giranî birîndar bibû rakiribûn Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û ameliyat bûbû. Kiliç piştî ameliyatê rojekê di beşa lezgînî de hate girtin û piştî re jî sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê hatibû kirin. Kiliç nêzî 8 rojan li Nexweşxaneya Lêkolînê mabû û di 27'ê hezîranê de sirgûnî Girtîgeha Midyadê hatibû kirin. Hatibû îdîakirin ku Kiliç di dema sewqê de di rîngê de rastî îşkenceyê hat û li girtîgehê ji di hucreyekê de hat girtin. Bi vê yekê Kiliç bi awayekî zelal terkî mirinê hatibû kirin. Kiliç hêj baş nebûbû di hucreya tenê dihat girtin de mirî hatibû dîtin. Piştî Kiliç jiyana xwe ji dest da û cenaze rakirin nexweşxaneyê rojek şunda rayedarên girtîgehê li malbata Kiliç geriyanbûn û ji wan re gotin "Vahît Kiliç bi îşlikê xwe, xwe darvekir û întîxar kir."
DOZGER HEWCE BI ŞOPANDINA KUŞTINÊ NEDÎTIBÛ
Piştî bûyerê malbatê serî li dozger dan û xwest der bare vê yekê de lêkolîn bê kirin. Lê Dozgerê Komarê yê Mîdyatê piştî lêkolîn kir biryara bêşopandinê dabû û pêdivî bi lêpirsîne nedîtibû. Dozger diyar kiribû ku Kiliç bê şik û guman intîhar kiriye. Lê malbatê ev yek îtîraz kir û ji Şaxa ÎHD'ê ya Amedê alîkriya hiqûqî xwestin. Li ser alîkariya ÎHD'ê malbata Kiliç serî li Dadgeha Cezaye Giran a Mêrdînê dan. Lê heyeta Dadgeha Cezaye Giran a Mêrdînê jî biryara Dozgerê Komarê rast dît û serlêdana parêzeran red kir.
Endamê Komîsyona Girtîgehan ya ÎHD'a Amedê Prz. Muhterem Suren diyar kir ku, ew dê serî li Dadgeha Makeqanûnê bidin. Suren anî ziman ku, heyetê bi redkirina serlêdana wan peymana PMME'ê binpê kiriye.
Suren da zanîn ku, ji ber vê biryara redkirinê ya dadgehê ew dê serî li Dadgeha Makeqanûnê bidin. Suren destnîşan kir ku, destpêkê muwekilê wan li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê ket nava hewldana întîharê û li gel vê yekê ew şandin Girtîgeha Tîpa M ya Mîdyatê. Suren aşkera kir ku, kesekî xwedî vê derûniyê çawa sirgûnî girtîgehek din dikin û wî bi tene dihêlin. Suren, da zanin ku li şûna alîkariya derûnî bihata kirin ew bi tenê hiştin. Suren, anî ziman ku kesekî derûniya wî wisa û ketiye nava hewldana întiharê di yek hucereyê de hatiye hiştin û bi vî rengî îşkence lê hatiye kirin.
Suren da zanîn ku, niha di destê wan de du îmzeyên ku tên gotin aydî muwekilê wan Kiliç in heye û 2 îmze jî bi gumanin û wiha got: "Li gorî me 2 îmze jî sexte ne. Em piştî lêkolîn bikin em dê teqez qezenç bikin."
Suren anî ziman ku, li gel hemû îtîrazên wan serlêdana wan hat redkirin û deriyê hiqûqê li wan hat girtin. Suren, da zanîn ku li gorî peyman û xalên PMME'ê ev rewş îşkence ye û dê heta dawî mafê muwekilê xwe biparêzin.
Suren destnîşan kir ku, di demên dawî de li girtîgehan mirin zêde dibin û wiha axivî: "Li Girtîgeha Rihayê jî ji ber şert û mercan 13 girtiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Dîsa li girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê welatiyê bi navê Volkan Moray jiyana xwe ji dest dabû em de biryara bêşopandina wî jî îtîraz bikin. Dîsa li Girtîgeha tipa E ya Amedê zarokê bi navê Ramazan Atar jî jiyana xwe ji dest dabû û gotin întîhar kiriye. Em dê vê yekê jî bişopînin.