ÎHD’ê êrîşa li Sînop û Samsunê şermezar kir
ÎHD’ê êrîşa li Sînop û Samsunê şermezar kir
ÎHD’ê êrîşa li Sînop û Samsunê şermezar kir
Navenda Giştî ÎHD'ê êrîşa li Sînop û Samsunê ku li dijî heyeta HDK'a pêk hat şermezar kir. ÎHD'ê diyar kir ku ev êrîş encama desthilatiyê baş amadekariya pêvajoya aştiyê nekiriye ye.
Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) der barê êrîşên duh li Sînopê û Samsunê li hemberî heyeta HDK'ê pêk hatin bi daxuyaniyek nivîskî şermezar kir. ÎHD'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew êrîşê şermezar dikin û xwestin ji bo êrîşkar û hêzên li pişt êrîşê cih digirin bên ronîkirn û cezakirin bi lezgîn lêpirsîn bê destpêkirin. ÎHD'ê da zanîn ku avakirina aştiyê zahmet e, lê pêkan e û wiha got:
"Ji bo netew dewletê komkujiya ermeniyan pêk anî. Komkujiya Dêrsimê pêk hat. Derbeyên leşkerî pêk hatin. Divê ev pekanînên asîmîlasyon, înkar, îmhan û êrîşên li dijî kurdan, elewiyan û yên din tên kirin neyên ji bîrkirin." ÎHD'ê bal kişand ser Fermandariya Hêzên Taybet û destnîşan kir ku planên ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê hêj di meriyetê dene. Dîsa li hemberî dagirkeriya pêkan, çekên navteweyî hêj di depoyan dene. Çêkerên taybet ku bi belavkirina Yekîtiya Sovyetê re hatin belavkirin li dewletên NATO'ê hatin tasfiyekirin çima li Tirkiyeyê hêj xwe diparêzin. ÎHD'ê xwet rapora Komîsyona Darbeyên Leşkerî baş bê lêkolinkirin û analîzkirin.
ÎHD'ê da zanîn ku ev êrîşên li Sînop û Samsûnê xuya dike ku hikûmetê xwe li hemberî pêvajoya aştiyê baş amade neriye û bingeha aştiyê bav neavêtiye. ÎHD'ê daxuyaniya Waliyê Amedê Mustafa Toprak a der barê qetilkirina ciwanê 19 salî Şahîn Oner a got 'Bomde di destê wî de teqiya û jiyana xwe ji dest da' jî rexne kir û xwest lêpirsîn bên destpêkirin.
ÎHD'ê da zanîn ku astenkirina heyeta HDK'ê ya li Derya Reş bêtehamuliya dewletê ya li hemberî fikrên çep û sosyalîst e.