Îdîaya li Nisêbînê jinek ciwan xwe întîhar kir

Îdîaya li Nisêbînê jinek ciwan xwe întîhar kir

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hate îdîakirin ku, jina ciwan ya bi navê Nurcan A. ya 17 salî întîhar kir.

Li gorî agahiyan hate îdîakirin ku, jina bi navê Nurcan A. ya 17 salî ya bi malbata xwe re li taxa Abdulkadîr Paşa ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dijî întîhar kir. Hate hînbûn ku, Nurcan A. bi benê bi ban ve girêda întîhar kir û serê sibê malbat hînî bûyerê bû. Cenazeyê Nurcan A. ji aliyê yekîneyên tenduristiyê ve ji malê hate girtin û ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Çav li rê ye ku piştî otopsiyê cenaze teslîmî malbatê bê kirin. Hate hînbûn ku, têkildarî mijarê lêpirsin hate destpêkirin.