Leşkerê binavê Mihemed Pelîkan ku li navçeya Pilemûr ya Dêrsimê leşkertî dikir, hate îdîakirin ku hewildaye xwe întîhar bike.
Hate îdîakirin ku, leşkerê binavê Mihemed Pelîkan ku li Fermandariya Cendirmeyan ya Navçeya Pilemûra Dêrsimê leşkertiyê dike, duh şev li derdora demjimêr 15.00’an de dema çûye nîzamiya nobetê bi tifenga xwe gule berdaye zikê xwe û hewil daye xwe întîhar bike. Pelîkanê ji Erziromê ku giran birîndar bû, bi helîkopterê rakirin Erzînganê û xistin emeliyatê. Pelîkanê piştî emeliyatê birin servîsa lezgîn, hate hînbûn ku, xeteriya jiyanî hêjan didome.