Îdîaya artêşa Iraqê 500 penaberên ji Qamişloyê binçav kir

Îdîaya artêşa Iraqê 500 penaberên ji Qamişloyê binçav kir

Hat ragihandin ku li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê nêzî 500 penaberên ji Rojavayê Kurdistnaê ku dixwestin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, ji aliyê hêzên artêşa Iraqê ve hatin binçavkirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, şeva borî 500 penaberên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ku xwestin derbasî Herêma Kurdistanê bibin, ji aliyê hêzên Iraqê ve hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku piraniya wan jin û zarok in û piraniya wan ji Qamişloyê ne.