Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di derbarê kuştina Şefîk Bîngol yê di 3’ê Mijdarê ji mala wî ya li gundê Çayçati ya ser bi navçeya Gimgima Mûşê de hate derxistin û hate kuştin daxuyaniyek da û aşkera kir ku, tu eleqeyan wan bi vê bûyerê re tune ye.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR)’ê di derbarê bûyerê de daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku, “3'ê Mijdarê' girêdayî navçeya Gimgimê gundê Çayçatî ya bi ser navenda Muşê ve kesê bi navê Şefiq Bîngol ji mala xwe hatiye revandin û piştre hatiye qetilkirin, bi vê buyrê re ti têkîliya hêzên me nîne.”
Şeva 3’ê Mijdarê Şefîk Bîngol ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve ji malê hatibû derxistin û sibeha piştî wê cesedê wî li goristana gundê Yilanli hatibû dîtin.