HPG: Tankek hat rûxandin, derb li balafirekê hat xistin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Geverê çalakî pêk anîn. Di encamê de tankek hat rûxandin û 3 leşker hatin kuştin. Li dijî Balafirgeha Geverê ya ji bo veguhastina leşkerî tê bikaranîn, çalakî hat lidarxistin û derb li balafirekê hat xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî dan:

Roja 11'ê Cotmehê saet di 16:50 de, hêzên me ji 2 baskan ve li qereqola Xirvatê ya li navçeya Gever a Şemzînanê xistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê li tankek nava qereqolê xist û 3 leşkerên li dora tankê hatin kuştin, tank jî hat rûxandin. Baskê duyemîn jî bi hawanan li avahiya qereqolê dan. Di encamê de agir bi avahiyê ket û ziyaneke mezin li qereqolê bû.

Balafirgeha li navçeya Gever a Colemêrgê ev demeke dirêj e ji bo veguhastina leşkerî tê bikaranîn. Fermandariya me ya herêmê belavok belav kir û ragihand ku ev balafirgeh ji bo amadekariyên êrîşa leşkerî tê bikaranîn, divê mirovên sivîl vê balafirgehê bi kar tînin û hişyarî da. Divê ti mirovên me yên sivîl û gelê me vê balafirgehê bi kar neynin. Li dijî vê balafirgeha ku ji bo karên leşkerî tê bikaranîn, roja 13'ê Cotmehê saet di 07:00 de bi hawanan çalakî hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de balafirek hedef hat girtin û derb lê hat xistin.

12'ê Cotmehê saet di navbera 14:30-15:00 de balafirên şer ên artêşa TC û qereqolên li navçeya Çelê ya Colemêrgê qada Xeregol a herêma Zapê bombe kirin.

Roja 11'ê Cotmehê, artêşa TC li qada Şehrîbanê ya Şirnexê dest bi operasyonê kir û di navbera leşkerên derketin operasyonê û hêzên me de şer derket. Agahiyên berfireh ên li ser vî şerî wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.

11'ê Cotmehê, tîmek ji 2 gerîlayên me ku bi erka xwe radibû, saet di 22:30 de li herêma navbera gundên Sêz û Miştak ên navçeya Norşîn a Bedlîsê bi leşkerên Tirk re şer kir. Di vÎ şerî de gerîlayekî me şehîd bû, gerîlayekî me dîl hat girtin. Hevalê me yê dîl ketiye destê artêşa Tirk Aras Norşîn (Nîhat Bakirtaş) e.

Heman rojê li qada Ûranis a navçeya Tetwan a Bedlîsê operasyonek hat destpêkirin.

Piştî çalakiya 10'ê Cotmehê ya li dijî şantiyeya GÎM a li gundê Xaltan ê navçeya Islahiye ya Dîlokê, roja 12'ê Cotmehê saet di 09:00 de artêşa Tirk bi hêzeke zêde ya leşkerî êrîşî herêmê kir. Saet di 11:30 de li dijî mînîbuseke leşkerî ku leşker tê de bûn, li ser rêya gundê Kayabaşi çalakiyeke sabotajê hat kirin û derba giran lê hat xistin. Li gorî agahiyên bi dest ketin, di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin. Xwediyê şantiyeyê Selahattîn Turkmen e.

28'ê Tebaxê li eyaleta Amedê, hevalê me Fedakar Amed (Ozan Arslan) dema bi erka xwe radibû, ji be qezayekê bi giranî birîndar bû. Tevî hemû hewldanan jî nekarî bê rizgarkirin û şehîd bû."

NASNAMEYÊN 2 GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DAN

Nasnameyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, bi vî rengî ne:

Nasnav: Rojhat Ûmût Vartînîs
Nav paşnav: Nûrî Ozen
Cihê ji dayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Raîfe-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Cotmeha 216 / Bedlîs

***

Nasnav: Fedakar Amed
Nav paşnav: Ozan Arslan
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Fecriye-Koçer
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Tebaxa 2016 / Amed

 

...