HPG’ê aşkere kir ku wana li Şirnexê cerdevanek û mamostoyek binçav kirine û navên wan aşkere kir.
Gerîlayên HPG’ê duh, li ser rêya navçeya Şirnexê Elkê û bajaroka Mezrayê rê kontrol kirin û di encamê de 2 kes binçav kirin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) bi daxuyaniyeê aşkere kir ku du kes ji aliyê gerîlayan ve hatine binçavkirin û der barê bûyerê de agahî da. HPG-NÇR’ê der barê çalakiyê de ev agahî da:
“Roja 12’ê cotmehê saet di 13.00-17.00 de gerîlayên me rêya di navbera navçeya Elkê ya Şirnexê û bajaroka Mezrayê rê kontrol kirin. Gerîlayên me li vir wesayit rawestandin û der barê pêvajoyê de agahî dan gel. Di encama çalakiyê de cerdevanê bi navê Nesîm Tîmûr û mamosteya bi navê Fîlîz Tîmûr hatine binçavkirin.”