Di encama çalakiya gerîlayên HPG’ê li dijî hêzên operasyonên ên artêşa Tirk ên li Gever-Şemzînanê li dar xistin de herî kêm 9 leşker hatin kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê çalakiyên gerîlayan ên li hemberî hêzên operasyonê yên artêşa Tirk ên li Colemêrgê de li dar xistin de agahî da û diyar kir ku di encamê de herî kêm 9 leşker hatin kuştin.
Der barê çalakî û operasyonên li Colemêrgê de ev agahî da: Li dijî hewldanên lidarxistina operaysonên ji aliyê artêşa dagirker a tirk ku dixwazin serweriya gerîlayên me ya li navçeyên Çelê, Şemzînan û Gevera Colemergê de bişkînin, ji aliyê gerîlayên me ve hin çalakî hatiye lidarxistin.
Di 5'ê Cotmehê de di saet 13.00'an de li navbera navçeyên Gever û Şemzînanê li dijî 30 leşkerên li girê Serengîl bi cîh bûye û ber bi Veregozê ve diçû ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 9 leşkerên dijmin hatiye kuştin, hejmara birîndaran jî nehatiye zelalkirin. Piştî çalaiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer, tank û bi panzerên herêm bi dijwarî bombebaran kiriye. Di navbera helîkopterên kobrayan ên xwestine werin mudaxeleyê û gerîlayên me de nêzî du saetan pevçûn qewimiye, ji ber bergiriya gerîlayên me naçar maye paş de vekişe. Herweha di encama vê bombebaranan kobrayan de gelek sewalên gundiyan jî telef bûye. Herweha piştî pevçûnên li herêmê li dijî Çiyayê Çarçelayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Li herêmê serweriya gerîlayên me hÎn jî berdewam dike, dîsa li hin deveran pevçûn hîn jî berdewam dike.
Li derdora gundê Bêgozaya Şemzînanê ji aliyê artêşa dagirker a tikr bi rengê serdegirtinê operasyonek hatiye lidarxistin, piştî lêgerînên li mal û avahiyan de paş de vekişiyaye.
Di 5'ê Cotmehê de di saet 21.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Karker û Gundê Bîmê yên bi ser Zapê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin.”
LI AMEDÊ LEŞKEREK HATIN KUŞTIN
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Di 4'ê Cotmehê de li navçeya Lîceya Amedê li dijî herêmên Bênav, Alîxişo, Dêrxus û Sîsê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operaysonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê di navbera saet 05.30-06.00'an herêm bi hewan, obus û tankan hatiye bombekirin. Di saet 07.00'an de jî bi piştgiriya helîkopterên kobrayan li herêmê hêzê xwe daxistiye. Gerîlayên me yê hêzên operasyonê şopandiye di saet 15.00'an de li derdora Gundên Kaniya Spî û Goma Meryan de li dijî yekîneyeke dijmin çalakiyek lidarxistiye. Di encama vê çalakiyê de herî kêm leşkerek hatiye kuştin 2 leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk bi wesayitên zirxî mudaxeleyî herêmê kiriye pişt re jî naçar maye paş de vekişe. “
HELÎKOPTERA SKORSKY DERBE XWAR
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “ Di 4'ê Cotmehê de di saet 15.00'an de li navçeya Diha Sêrtê li sêgoşeya Gundê Torikê li dijî helîkoptereke skorskya ji leşkerên li operasyonê re alav û cebilxane vediguhez ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de helîkoptera skorsky a derbe xwariye naçar maye ji herêmê dûr bikeve.
LI DIJÎ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BOMBEBARAN
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 5'ê Cotmehê de di navbera saet 21.00-21.30'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gundê Enzê û derdora wê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin û der barê êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê de ev agahî hat dayîn:
Di 5'ê Cotmehê de di navbera saet 21.00-21.30'an de li dijî Neqeba Dahilê ya di navbera Gundên Şapanê û Dahilê ya bi ser Sîdedayê de ye ji aliyê artêşa dagireker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin.”
LI DÊRSIM Û NISÊBÎNÊ OPERASYON
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê da zanîn ku di 5'ê Cotmehê de di saet 16.30'an de li navçeya Xozata Dersimê li dijî herêma Çetê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi piştgiriya helîkopterên kobrayan bi daxistinan operasyonek hatiye lidarxistin û got; “Operasyona berfireh dibe û berdewam dike de cîh cîh pevçûn diqewimin. Di derbarê operasyonê û berfirehiyên wê de pişt re agahiyên berfireh were dayîn.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku di 2'ê cotmehê de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li dijî derdora Gundên Cinata, Herbê, Talatê, Cibilgirav û Çalê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk operasyonek hatiye lidarxistin û operasyona li herêmê di 4 cotmehê de danê sibê bê encam paş de vekişiyaye.