Di encama operasyonên artêşa Tirk li navçeya Şemizînan a Colemêrgê daye destpêkirin de pevçûnên dijwar diqewimin. Hat ragihandin ku encama çalakiyên gerîlayan de duh 27 leşker hatin kuştin û 11 leşker jî birîndar bûn.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê operasyona artêşa Tirk di 10’ê Îlonê de bi armanca şkandina serweriya gerîlayan a li Şemizînanê daye destpêkirin de agahî da û aşkere kir ku di encam çalakiyên gerîlayan û pevçûnan de 27 leşker hatin kuştin û 11 leşker jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Di encama operasyonên li navçeya Şemizînan a Colemêrgê di 10’ê Îlonê de ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve hatiye destpêkirin de di navbera gerîlayên me û hêzên dijmin de pevçûnên dijwar qewimîne.
12’ê Îlonê saet derdora 16.00, di çalakiya li dijî leşkerên dijmin ên li herêma Nêrkolayê bi cih bûn de ji aliyê gerîlayên me ve hat lidarxistin de 3 leşkerên dijmin hatine kuştin û 4 leşkerên dijmin birîndar bûne. Saet di 17.00 de li devera Şkêrê Spî di encama çalakiya li dijî hêzên dijmin de 2 leşkerên dijmin hatine kuştin. Di navbera leşkerên artêşa dagirker a Tirk ên li Şkêrê Spî bi cih bibûn û dixwestin ber bi girê Masînoryê ve biçin û gerîlayên me de pevçûnek qewimiye. Di vê pevçûnê de 2 leşker hatine kuştin û çawişek pispor birîndar bûye.
Li dijî leşkerên artêşa dagirker a Tirk ên ku li navsera Ewliya bi cih bibûn û dixwestin ji du aliyan ve ber bi pêş ve biçin, ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek ji sê baskan ve hatiye lidarxistin. Piştî çalakiyê pevçûnek dijwar qewimiye. Di vê pevçûnê de 19 leşkerên dijmin hatine kuştin û 6 leşkerên dijminbirîndar bûne. Piştî pevçûnê artêşa dagirker a Tirk bi helîkopterên Kobra û Skorsky, bi obîs û hewanan herêmê bombebaran kiriye û bi vî awayî paş ve vekişiyaye.
Artêşa dagirker a Tirk saet derdora 20.00 bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêma pevçûnê dûr xistiye.
Saet di 18.00 de, li devera Gewrêzînê ya girêdayî navçeya Şemizînanê, di çalakiya ji aliyê gerîlayên me ve li dijî leşkerên artêşa dagirker a Tirk hate lidarxistin de leşkerek dijmin hatiye kuştin. Piştî çalakiyê, artêşa dagirker a Tirk herêmê bi obîs û hewanan bombebaran kiriye. Operasyon û pevçûnên li herêmê berdewam dikin.
GERÎLAYAN RÊ KONTROL KIR
HPG’ê ragihand ku, di navbera demjimêrên 11.00-18.00’an de di navbera Gever-Oremarê de rê kontrol kirine, her wiha 70 wesayît rawestandine û kontrola nasnameyan kirine. HPG’ê diyar kir ku, gêrîlayan di derbarê pêvajiyê de gel agahdar kiriye.
HERÊMÊN GÊRÎLAYAN DAN BER HEWAN Û TOPAN
HPG’ê derbarê êrîşên hewayî û bombebaranên artêşa Tirk de jî agahî dan û aşkera kir ku, 11’ê Îlonê di navbera demjimêrên 11.30-12.30 û 22.00-23.00’an de du caran herênên Kurêmizgeftan, Goste û Ewliya bi helîkopterên şer bombebaran kirine, her wiha Geliyê Nîrkola, Masîro û Gostê jî bidirêjahiya rojê bi obîs û hewana topbaran kirine. HPG’ê diyarkir ku, weke din artêşa Tirk di heman rojê ango 11’ê Îlonê di demjimêrên 04.30’an de Çiyayê Çarçel, 12’ê Îlonê di demjimêr 02.30-03.30’an de jî Girê Berxan yê girêdayî Oremar bi helîkopteran bombebaran kirine.
HPG’ê di derbarê bombebaranên herêmên din yên Kurdistanê de jî agahî dan û ragihand ku, 11’ê Îlonê di demjim3er 17.30’an de herêmên Xirapbajar çiyayê Çirav yê Şirnexê ji aliyê balefirên “artêşa dagirker ya Tirk ve hatin bombebarankirin.