HPG: Li Şemizînanê 23 leşker hatin kuştin

HPG: Li Şemizînanê 23 leşker hatin kuştin

Di encama çalakiya gerîlayên HPG’ê li navçeya Şemizînanê li dijî artêşa Tirk a ku dixwest operasyon li dar bixe, pêk anîn de herî kêm 23 leşker hatin kuştin 20 leşker jî birîndar bûn. Her wiha kontrola gerîlayên HPG’ê ya ji meha tîrmehê ve li ser herêmê berdewam dike. HPG’ê aşkere kir ku di çalakiya li navçeya Elkê ya Şirnexê de 4 leşker hatin kuştin.

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê aşkere kir ku di 9 Îlonê de li xeta Şemzînan û Gevera Colemergê di navbera artêşa dagirker a tirk ên bi armanca serdestiya “gerîlayên me ya li herêmê bişkînin hewldanên operasyonê pêş ketine, di encamê vê yekê de pevçûnên dijwar qewimîne û ev agahî da:

JI ÇAR BASKAN VE ÇALAKÎ

“Di 9'ê Îlonê de di navbera saet 04.00-10.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê artêşa dagirker a tirk ji bo sêgoşeya Salara û Girê Salara bigre 7 caran bi helîkopterên skorskyan li herêmê daxistine û hêzên xwe ji bejahî ve teqwiye kirine. Di saet 15.30'an de li dijî yekîneyeke 130 kesî ya ji leşker û cerdewanan pêk tê ji aliyê gerîlayên me ve ji çar baskan çalakiyek hatiye lidarxistin. Piştî vê çalakiyê di saet 19.30'an de li vê herêmê pevçûnên dijwar qewimine. Gerîlayên me rê nedane dijmin û girên stratejîk ên dijmin dixwest bigire xistiye destê xwe.

22 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di encama van çalakî û pevçûnan de 22 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin, çekek tam otomatîk a BKC, 700 fîşekên wê, 7 şerîdên wê, Çekek Melez a HK-33, 180 fîşek û 6 cerjorê wê, cîhazeke termalê, 14 bombeyên desta, 2 bombeyên mijê, 2 êlekê pola û gelek alavên leşkerî hatiye desteserkirin, 1 BKC çeka tam otomatî, 1 çeka melez a HK-33, 1 B7 roketavêj û cîhazeke termalê jî hatiye rûxandin.

HERÊMÊ HAT BOMBEBARANKIRIN

Ji ber herêm di destê gerîlayên me de bû artêşa dagirker a tirk di saet 20.30'an de bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye, pişt re cihê bûyerê bi helîkopterên kobrayan, bi hewan û obusan bi dijwarî hatiye bombekirin.

LI DIJÎ ALAYA GARÊ ÇALAKÎ

Di 9'ê Îlonê de di saet 12.00'an de herweha li dijî Gireke ewlekariya Alaya Garê dike ji aliyê gerîlayên me ve çalakiek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkereke dijmin hatiye kuştin.

Di 8'ê Îlonê de di saet 12.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Muduriyeta Emniyetê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê polîsan nehatiye zelalkirin.

LI GEVERÊ RÊ HAT KONTROLKIRIN

Herweha di navbera sat 08.00-10.00'an de li navçeya Gevera Colemergê li nêzî Oramarê ji aliyê aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin nasname hatine kontrolkirin, gel jî di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.

LI ŞEMIZÎNANÊ PEVÇÛN

Dîsa di 10'ê Îlonê de (îro) di navbera saet 06.00-07.00'an de li navçeya Şemzînanê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên xwestine li dijî Girê Gomanê operasyonê lidarbixin, pevçûnek qewimiye. Pevçûnên dijwar ên li vê herêmê berdewam dikin.

Artêşa dagirker a tirk ên piştî derbeyên mezin xwarine, di navbera saet 16.00-17.00'an de li dijî Girê Berxan ên bi ser Oramarê ve bi balefirên şer bombebarankiriye.”

LI ELKÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda ya li navçeya Elkê ya Şirnexê de jî agahî da û got:

“Di çarçoveya Tevgara Şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda ya li navçeya Elkê ya Şirnexê hatiye destpêkirin de di 9'ê Îlonê de di saet 10.20'an de li dijî leşkerên xwestine li herêma Mezra ya bi ser Elkê operasyonekê lidarbixînin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya li herêma Keletanê ya bi ser Mezrayê ve hatiye lidarxistin de 4 leşker hatine kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê dijmin kuştî û birîndarê xwe ji herêmê du caran bi helîkopterên skorskyan dûr xistiye.

LI DIJÎ HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ BOMBEBARAN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê bombebaranên li ser herêmên di bin kontrola gerîlayan de jî got; “Di 8-9'ê Îlonê de him bi roj him jî bi şe de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Şeladizê li li dijî herêma Çiyareş û Xeregola bi ser Zapê û li dijî Ertûş, Garêya biçûk û mezin a bi ser navçeya Çelêya Colemergê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê e şewata daristanan a li herêma Şehîd Rustem û Çiyareş destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

Di 10'ê Îlonê de di navbera saet 00.15-01.20'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Amediyê li dijî herêma Kanî Gûzê ya bi ser Metîna ve ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.”