HPG: Li Şemizînanê 16 leşker hatin kuştin

HPG: Li Şemizînanê 16 leşker hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku di encama pevçûnên di 10-11’ê Îlonê de li navçeya Şemizînan a Colemêrgê qewmîn de 16 leşker hatin kuştin. HPG’ê îdîayê rayedar û çapemeniya Tirk derewand û aşkere kir ku 2 gerîlayan jî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê operasyon û pevçûnên li navçeya Şemizînan a Colemêrgê de agahî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 16 leşker hatin kuştin û 2 gerîlayan ji yana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniyê de ev agahî hate dayîn; “Di 10'ê Îlonê de li navçeya Şemzînana Colemergê di çarçoveya êrîşên ji aliyê artêşa dagirker a tirk ên li dijî Şkêrê Spî hatibû destpêkirin de di 11'Ê Îlonê de de pevçûnên dijwar qewimîne.

GERÎLA RÊ NEDAN DIJMIN

Di 11'ê Îlonê de di saet 08.00'an de pevçûnên di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin ên xwestine li Şkêrê Spî bicîh bibîn heta danê êvarî berdewam kiriye. Di encama van pevçûnan de 4 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin. Herweha gerîlayên me rê nedane dijmin û wan li vî girî tengav kiriye.

2 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Di heman rojê di navbera saet 18.30-19.00'an de li Şemzînanê li dijî yekîneyeke dijmin a ji 100 kesî pêk dihat û dixwestin Neqeba Ewliya bi dest bixînin ji aliyê gerîlayên me ve ji çar baskan çalakiyeke êrîşê hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 10 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin, hejmara birîndaran jî nehatiye zelalkirin. Di saet 24.00'an de dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye, herweha piraniya hêzên xwe yê li vir guhertiye. Di encama çalakiya ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lidarxistin de 2 rêhevalên me jî gihîştine şahadetê. Nasnameyê rêhevalên me yê gihîştine şahadetê, dema zelal bû wê ji raya giştî re were aşkerekirin.

LI DIJÎ GARÊ ÇALAKÎ

Di 11'ê Îlonê de di navbera saet 10.30-11.00'an de li dijî Alaya Garê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya li dijî çeperên tank û obusan hatiye lidarxisitn de 2 leşkerên dijmin ji aliyê me ve hatiye kuştin, çeper jî texrûp bûne. Piştî vê çalakiyê artêşa dagirker a tirk derdora xwe bê ser û ber bi hewan û obusan bombebaran kiriye.

LI DIJÎ HERÊMÊ BOMBEBARAN

Di 11'ê Îlonê de li Şemzînanê li dijî herêmên Geliyên Nîrkola, Gostê, Masîro û Neqeba Ranyapîrê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Dîsa di heman rojê de di navbera saet 19.30-21.00'an de li dijÎ Girê Gostê û quntarên wê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin.

Di 11'ê Îlonê de di navbera saet 11.30-12.30'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî Gundên Girê Berxan, Bazê, Alantûs û Tobe ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de dêrên dîrokî yên li gundê Bazê Tobê hilweşiyaye.”