HPG: Li Qilebanê koordîneya operasyonê hat kuştin

HPG’ê encamên operasyona artêşa Tirk a ku li qada Deriyê Dawetiya ya Qilebanê li dar xistibûn ragihand. HPG’ê diyar kir ku li gel koordîneya operasyonê, 14 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla û şer daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê ev agahî parve kirin:

COLEMÊRG

26’ê Cotmehê saet 07.30’an hêzên me li nêzî girê Konserve yê girêdayî qada Şemzînan a Colemêrgê li mintiqa Şkêrê Spî bi çekên nîv otomatîk û ferdî li leşkerên artêşa TC dan. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.

25’ê Cotmehê saet 13.00’an hêzên me yên YJA Starê bi awayekî hemwext li leşkerên ku xwe li girên Tepê Çeta û Xapûşkê yên qada Şemzînan a Colemêrgê bi cih kiribûn dan. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.

Saet di navbera 24’ê Cotmehê 13.30’an û 25’ê Cotmehê saet 13.45’an de gerîlayên me bi hewanan ve li dijî leşkerên ku xwe li girê Koordîne yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih kiribûn çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.

ŞIRNEX

22’yê Cotmehê artêşa TC li dijî qada Deriyê Dawetiya ya girêdayî qada Qileban a Şirnexê operasyonek li dar xistiye. Di çarçoveya vê operasyonê de;

23’yê Cotmehê hêzên me li dijî komek leşkeran ku li qûntarê Deriyê Dawetiya tevdigeriyan û koordîneya operasyonê jî di nav de bû, çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de li gel koordîneya operasyonê, bi giştî 6 leşker hatin kuştin. Gerîlayên me bi awayekî hemwext bi çekên RPG-7  û ferdî li leşkerên ku xwe li gir bi cih kiribûn dan û li vir jî 4 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyên helîkopterên Skorsky xwestin li gir leşkeran deynin, li dijî vê gerîlayên me çalakî li dar xistin. Di encama lêdanên bi bandor de helîkopterên Skorsky bêyî leşkeran deyne vekişiyaye. Heman rojê qereqolên derdor û balafirên şer qada Deriyê Dawetiya bombe kirin.

24’ê Cotmehê hêzên me li dijî leşkerên TC ên bi helîkopterên Skorsky daketin ji du baskan ve çalakî li dar xistin û 4 leşker hatin kuştin. Dîsa piştî çalakiyê qereqolên derdor qad bi obus û hewanan bombe kirin.  Dijmin piştî mirî û birîndarên xwe rakirin, roja 24’ê Cotmehê operasyon vekişandiye.

23’yê Cotmehê danê nîvro gerîlayên me li qada Qileban a Şirnexê li dijî leşkerên qereqola Tepê Çete çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.

AMED

Du roj in artêşa TC bi obus û hewanan qada Apê Mûsa ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê bombe dike. Her wiha li eraziyê yekîneyên veşartî hiştine. Dîsa artêşa TC li qûntarên Şiqan Buyuk Taşlik, Derbenda Şehîd Cîlo ya girêdayî Licê û qûntarên Babek, Hêgasor a girêdayî Hênê xwe bi cih kirine.

ÇEWLIK

25’ê Cotmehê danê sibehê artêşa TC li bejahiya navçeya Dara Hênê ya Çewlikê operasyonek daye destpêkirin. Ev operasyon bi helîkopterên Kobra heta danê êvarî dewam kiriye.

DERSÎM

22’yê Cotmehê saet 02.30’an yekîneyk gerîlayên me dema li navçeya Pilûr a Dersîmê diçû wezîfeyê bi leşkerên artêşa TC re rastî hev hatine û şer rû daye. Di şer de 2 hevalên me şehîd bûne. Helîkopterên Kobra û wesayîtên zirxî ji bo mudaxeleyê hatin qadê. Li ser vê bi çekên giran helîkopterên Kobra hatin hedefkirin. Artêşa TC heman rojê li derdora pira Xozatê, heta gundên Kerdil û Leskanê operasyoneke berfireh dan destpêkirin. Heman rojê saet 10.30’an balafirên şer derdora gundên Otlûbahçe, Gamir û Sefkan bombe kirin. Piştî bomberdûmanên qereqolên derdor jî artêşa TC bi helîkopterên Skorsky li Otlûbahçeyê leşkeran danîn. Di encama bomberdûman û şer de gerîlayekî me şehîd bû. Her wiha bi komek gerîlayên me re jî têkîliyên me qut bûn. Operasyon 24’ê Cotmehê vekişiyaye.

Nasnameyên 3 gerîlayên me yên şehîd wê piştre bêne ragihandin.

SERERASTKIRIN

Artêşa Tirk, 19’ê Cotmehê piştî ji qereqolên Oremar, Bilîcan, girê Guvenlîk ên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê derdora girê Elîşêr bombe kirin û balafirên şer jî êrîş kirin, dest bi operasyonekê kiribû. Ji hevalên me yên ku me duh sicîlên wan ragihandibû, hevalê me Şoreş Heleb (Xemgîn Mûhammed) li ser wezîfeya xwe ye. Hevalê me yê şehîd Şoreş Rûbarî (Ramadan Ahmet) e.”

NASNAMEYA GERÎLAYEKÎ HAT EŞKEREKIRIN

Nasnameya gerîlayê ku jiyana xwe ji dest daye wiha ye;

 Nasnav: Şoreş Rûbarî

Nav û Paşnav: Ramadan Ahmet

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Navê Dayik û Bav: Sûat - Semîh

Dîrok û Cihê Şehadetê: 19 – 22’yê Cotmeha 2016’an / Colemêrg

...