HPGê ragihand ku di encama çalakiya gerîlayan a di 14ê Îlonê li navçeya Licê ya Amedê pêk anî de herî kêm 25 leşker hatin kuştin û tu wendahiyên gerîlayan çênebûne.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPGê der barê çalakiya gerîlayan a li navçeya Licê ya Amedê de daxuyanî da û diyar kirk u 25 leşker hatine kuştin.
ÇALAKIYA CANGORÎ
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn; Di çarçoveya tevgera şoreşgerî ya Şehîd Harûn û Şehîd Armanc de, di 14ê Îlonê demjimêr 18.40an de gêrîlayên me li dijî qereqola Cendirmeyan ya Tepe ser bi navçeya Lîcê ya Amedê de çalakiya cangorî pêk anîne.
Di êrîşa bi wesayîtekî yek ton teqemeniyê de, 1 tank, 1 panzer û 5 çeperên ku yek ji wana çeka A4 têde hebû û bi leşkerên di qulîbê de hatin rûxandin. Weke din di teqînê de agir ket avahiya qereqolê û cihê razanê yê qereqolê.
Gêrîlayên me ku bi awayek hemwext li tank û leşkerên di çeperên piştî yên qereqolê de dane, 2 çeper rûxandine û çeperên din jî derbe kirin. di çalakiyê de 25 leşkerên dijmin hatine kuştin, hêjmara leşkerên birîndar jî nehatine zelalkirin. Her wiha di çalakiyê de gelek cebilxane û çekên leşkerî jî hatine rûxandin. Dijmin enceq kariye bi 4 helîkopterên skorsky bi 12 seferan kariye mirî û birîndarên xwe bibe.
Leşkerên dijmin ên ku piştî çalakiyê nekarî ji bejahiyê mudaxele bike, bi helîkopterên kobra derdora qereqol û gundên derdorê bê serûber bombebaran kirin. Weke din dijmin ji navenda Lîceyê bi hewan û obîsan derdor bombebaran kiriye. Di encama bombebaranê de gelek malên gundiyan zirar dîtin.
ÇAPEMENIYA TIRK DEREWAND
HPGê got; Weke ku di çavkaniyên çapemeniya Tirk de derketin ku windahiyên me hene, ne rast in û ev agahî da:
Di çarçoveya tevgera şoreşgerî de gêrîlayên me li nêzî qereqola Korxê ya li ser rêya Çewlik-Amedê rê kontrol kirin. Çalakiya kontrola rê ya di demjimêr 18.00an dest pê kir, di derbarê pêvajoyê de bigiştî bi 300 kesan re hatiye axaftin û agahdar kirin, her wiha kontrola nasnameyan hatiye kirin.
Di dema çalakiya kontrola rê de, karwanek ya zirxî xwestiye mudaxeleyê bike, di encama êrîşek bi bandor ya gêrîlayên me de 2 wesayîtên zirxî yên akrep hatine îmha kirin. Li vê derê mirî û birîndarên dijmin nehatine zelal kirin. Piştî çalakiyê helîkopterên kobra yek demjimêrê herêma çalakiyê bombebaran kiriye.