HPG: Li Katoyan 33 leşker hatin kuştin

HPG: Li Katoyan 33 leşker hatin kuştin

HPG’ê bîlançoya 3 rojan a li Tevgera Şoreşgerî ya li navçeya Elkê ya Şirnexê aşkere kir û ragihand ku di Çiyayên Katoyan di encama şer û pevçûnan de 33 leşker hatine kuştin. HPG’ê da zanîn ku di encama van pevçûnan de 7 gerîlayan jî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bîlançoya sê rojan a Tevgera Şoreşgerî aşkere kir û der barê şer û pevçûnên li Çiyayê Katoyê de agahiyên berfireh da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn; “Piştî Gerîlayên me li navçeya Elkê ya Şirnexê Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda lidarxistin artêşa dagirker a tirk li dijî herêma Katoyan operasyonek dabû destpêkirin. Me ev agahî beriya niha bi raya giştî re parve kiribû.

LI KATO MARÎNOSÊ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 5, 6 û 7 îlonê de li herêmên cuda yên Kato Marînos de di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê de pevçûnên dijwar qewimîne. Di 5'ê îlonê danê sibê de di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin ên xwestiye derkeve Kato Marînosê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 5 leşkerên dijmin hatine kuştin û hewldanên pêş de çûyinê ya dijmin bêencam maye.

LI DERIYÊ ŞEHÎD ELÎŞÊR 10 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 6'ê Îlonê de di saet 15.00'an de li dijî leşkerên dijmin ên xwestine ber bi Deriyê Şehîd Alîşêr ve pêş de biçe ketine kemîna gerîlayên me. Di encama pevçûnên dijwar de 10 leşkerên dijmin hatine kuştin.

LI LALEŞÎNÊ 13 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Artêşa dagirker a tirk ku li vê herêmê gelek wendahî dan, li dijî vê herêmê bi balefirên şer û helîkopterên kobrayan bombebaran kiriye. Bi bombebaranê ve helîkopterên skorskyan jî xwestiye li Deriyê Zêr daxîne lê rastî berxwedana gerîlayên me hatiye û bi awayeke bandor hatiye lêdan. Pîştî lêdana gerîlayên me helîkopterên nekarîn daxînin naçar mane paş de vekişin, helîkoptereke skorskya ya agir girt jî neçar ma li tûgaya Elkê daxîne. di 7'ê Îlonê de di saet 06.30'an de li dijî herêmên Deriyê Şehîd Elîşêr û Deriyê Zêr bi balefirên şer hatiye bombekirin. Piştî bombebaranê li dijî yekîneyeke dijmin ê xwestiye xwe bigihîjîne herêmê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 5 leşkerên dijmin hatine kuştin. Li dijî yekîneya pêşeng a dijmin ku ji 15 kesan pêk tê ji aliyê gerîlayên me ve li herêma zozanên Laleşînê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 13 leşker hatine kuştin 2 leşker jî birîndar bûne.

LI DIJÎ HERÊMÊ BOMBEBARAN

Artêşa dagirker a tirk ê li dijî vê herêmê bi dijwarî bombebaran dike, pênç caran bi helîkopterên skorskyan hatine herêmê, kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistine. Operasyona li Katoyan hatiye lidarxistin de dijmin nekare pêş de biçe, leşkerên dijmin di encama lêdanên bi bandor ên gerîlayên me de bê ku bikeve Katoyan naçar maye paş de vekişe. Li herêmê hîn jî cîh cîh pevçûn berdewam dikin.

7 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Di encama pevçûnên sê rojan de 7 rêhevalê me gihîştiye şahadetê. Em ê nasnameyên rêhevalên xwe yê gihîştine şahadetê dema hate zelalkirin ji gelê xwe û raya giştî re ragihînin.

LI DIJÎ NAVENDA ELKÊ ÇALAKÎ

Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî de gerîlayên me yê çalakiyên xwe yê li navenda navçeya Elkê jî berdewam dikin. Di 7'ê îlonê de di saet 20.30'an de li dijî avahiya cendermeyan çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama lêdana bi bandor a hemû avahiyan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

RÊYA ŞIRNEX-ELKÊ KONTROL KIRINE

Gerîlayên me herweha di çaçoveya tevgerê de di 7'ê Îlonê de di navbera saet 17.00-18.00'an de li ser riya Elkê- Şirnexê rê kontrol kirine. Di 40 wesayitên hatine rawestandin de nasname hatine kontrol kirin û ji gel re di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn.