HPG: Li Kanîreşê 10 polîs mirin, 19 birîndar bûn

HPG: Li Kanîreşê 10 polîs mirin, 19 birîndar bûn

HPG’ê çalakiya li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê ya li dijî polîsan girte ser xwe. HPG’ê ragihand ku, polîsên ji operasyonên komkujiya siyasî dihatin hedef hatine girtin, her wiha di êrîşê de 10 polîs hatine kuştin û 19 jî birîndar bûne.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku, “Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Ronahî, Şehîd Harûn û Şehîd Armanç de” di 14'ê Îlonê de hatibû destpêkirin gêrîlayên me di 16'ê îlonê de di demjimêr 09.45'an de li ser riya Çewlik-Erziromê çalakiyek lidarxistiye.

LI KANÎREŞÊ 10 POLÎS HATIN KUŞTIN, 19 BIRÎDNAR

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkera kir ku, “Li navçeya Kanîreşa Çewlikê li nêzî gundê Haciyan li dijî karwaneke leşkerî ya ji 3 wesayitên zirxî û ji 2 otobusan pêk dihat û ji operasyona komkujiya siyasî ya Kanîreşê vedigeriyan, ji aliyê gêrîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de otobusek hatiye rûxandin, otobusek û wesayiteke zirxî jî derbeyeke giran xwarine û texrîp bûne. Di encama vê çalakiyê de her weha 10 polîs hatine kuştin 19 polîs jî birîndar bûne.

Piştî çalakiyê artêşa dagirker ya tirk derdora xwe bê ser û ber gulebarankiriye. Di encama vê gulebaranê de welatiyeke sivîl jî birîndar bûye. Riya çalakî lê hatiye lidarxistin heta demjimêr 14.00'an girtî maye. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker ya tirk li dijî herêmên Şerefdîn, Haciyan û Gundê Haciyanê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê di demjimêr 17.00'an de bê encama paş de vekişiya be jî hîn jî hewldanên keşf û kemîn vedana yekîneyên veşartî berdewam dike.”