Balafirên şer yên Tirk di 15’ê çile de gundê Sîle yên Herêmên Parastinê Medya bombebaran kir. Hat ragihandin ku bûn ku 6 malên li gund hatine hedefgirtin û di êrîşan de gelek xanî texrîb bûne.
Navenda Îrtîbata Çapmeniyê ya HPG’ê der barê êrîaş hewayî ya balafirên artêşa tirk ya di 15’ê çil de saet di navbera 22.00 û 23.00’an de pêk hat daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniya ku der barê êrîşa li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê hate dayîn de wiha hat gotin: “Di 15’ê Çile de saet di navbera 22.00 û 23.00’an de li Herêmên Parsatinê yên Medyayê di nava sînorên herêma Qendîê de artêşa tirk ya dagirker li hemberî gundê Sîle bi balafirên şer bombeberan pêk anîn. Li gundê Şîlde 6 xaniyên hebû hedef hatine girtin û di êrîşan de gelek xanî hatine texrîbkirin û êdî nayê bikaranîn. Di êrîşa ku bi giştî cihên sivîl hedef hatine girtin, hate hînbûn ku wendahiya can tune lê xesareke mezin ya madî heye.”