Di encama çalakiya gerîlayên HPG’ê 17’ê berfanbarê li herêma Gabar a Şirnexê li dijî Tabûra Zivingê ya pêk anî de 3 leşker hatin kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê derbarê çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li 17’ê berfanbarê li Çiyayê Gabarê yê li Şirnexê li dijî artêşa Tirk pêk anî de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di 17’ê Kanûn'ê de li çiyayê Gabarê ya Şirnexê li derdora gundê Xorsê ya girêdayî Tabura Zivingê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. di saet 11:00'de li hember yekînên veşartî yê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin, Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatine kuştin, hejmara birîndarê jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”
HPG-NÇR’ê ragihand ku piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk Piştî çalakiyê helîkopterên kobrayan xwestine mudaxeleyî cihê çalakiyê bikin, rastî bergiriya gerîlayan hatine û nezî niv saetê pevçun berdewan kiriye,û naçar mane ji herêmê dur bikevin û got: “Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi dijwarî herêma çalakiyê bi hewan, obusan bombebaran kiriye. Dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji heremê dûr xistine.”
Her wiha di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di saet 16 00'an de ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan bi dijwarî herêma çalakiyê hatiye bombekirin, pişti bombebaranê neçar mayê hezê xwe yê operasyonê ji heremê paşdê vekişine.”