HPG’ê bi daxuyaniyekê çalakiya di 25’ê îlonê de li navenda Dêrsimê pêk hat girt ser xwe û aşkere kir ku di teqînê de 9 leşker hatine kuştin. HPG’ê der barê kesên sivîl de jî got; “Wendahiya sivîlan a behsa wê tê kirin, di encama çalakiya gerîlayên me de an jî ji ber gulebarana dijmin qewimiye, ji aliyê me ve heta niha nehatiye zelalkirin.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku di çarçoveya “Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Celal, Şehîd Zîlan û Şehîd Azîz” de li navenda Dêrsimê çalakiyek hatiye li dar xistin û der barê çalakiyê de ev agahî da:
9 LEŞKER HATIN KUŞTIN,
“Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Celal, Şehîd Zîlan û Şehîd Azîz de di 25'ê Îlonê de di saet 18.00'an de li Dersimê li taxa Kanogluyê li dijî leşkerên tevgera taybet ên cendermeyên Walîtiya Dersimê diparastin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de mînîbuseke 9 leşker têde li bi giştî hatiye rûxandin, 2 jê çawuşê pispor 9 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê dijmin girên stratejîk ên li derdora bajêr bi cîh bûye û piştî çalakiyê bi 15 xulekan helîkopteren kobrayan cihê çalakiyê bê ser û ber gulebaran kiriye.”
Di daxuyaniyê de der barê wendahiyên sivîlan de jî wiha hat gotin; “Wendahiya sivîlan a behsa wê tê kirin, di encama çalakiya gerîlayên me de an jî ji ber gulebarana dijmin qewimiye, ji aliyê me ve heta niha nehatiye zelalkirin.”
LI DIJÎ ENDAMÊ JÎTEM’Ê ÇALAKÎ
Her wiha HPG’ê diyar kir ku di 19'ê îlonê de li navedan Dersimê endamê Jîtemê Haydar Çigliyê li Gundê Kumriyê ye di navbera gerîlayan û vî şexsî de pevçûneke qewimiye û got; “ Di encama vê pevçûnê de Haydar Çigliyê giran birîndar bûye bi helîkopterên skorskye rakirine nexweşxaneya Meletiyê.”