HPG: Li Dêrsimê 6 leşker hatin kuştin

HPG: Li Dêrsimê 6 leşker hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku gerîlayan di çarçoveya tevgera şoreşgerî ya Şehîd Zîlan, Şehîd Celal û Şehîd Azîz de li Dêrsimê çalakî li dar xistine û da zanîn ku di encamê de 6 leşker hatine kuştin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku gerîlayan di çarçoveya tevgera şoreşgerî ya Şehîd Zîlan, Şehîd Celal û Şehîd Azîz de li Dêrsimê çalakî li dar xistine û da zanîn ku di encamê de 6 leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn; “Di çarçoveya tevgera şoreşgerî ya Şehîd Zîlan, Şehîd Celal û Şehîd Azîz de ji aliyê gerîlayên me hin rêzeçalakî hatine lidarxistin. Di 23'ê Îlonê de di saet 18.30'an de li navenda Dersimê li dijî Tabûra Komandoyan a Nahiya Best, girê ewlekariya tabûrê digire û bircên çavdêriyê û wesayitên zirxî ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin.

Di encama çalakiya li dijî 3 kozikên nobedariyê, leşkerên ji bo guherîna nobedariyê dihatin, tankek, panzerek û hemû çeperên tabûrê di heman demê hatibûn lêdan de, tankek derbe xwariye, wesayitên zirxî jî bêbandor bûye. Di encama vê çalakiyê de herî kêm 6 leşkerê dijmin hatiye kuştin, gelek leşker jî birîndar bûye. Artêşa dagirker a tirk ên piştî çalakiyê bi saeteke û nîvê bi wesayitên sivîl rakiriye navenda bajêr, ew bi xwe jî nekariye bersivê bide gerîlayên me û xwe di nava tabûrê de veşartiye. Artêşa dagirker a tirk ê di 24'ê Îlonê de li derdora tabûrê operasyoneke biçûk lidarxistiye û xwe di nava tabûrê de girtiye.

Di 24'ê îlonê de 18.00-19.30'an de di navbera Dersim-Erzinganê li herêma Marçikê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. 40 wesayit hatiye rawestandin nasname hatiye kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê û tevgerê de gel hatiye agahdarkirin. “