HPG’ê ragihand ku Tevgera Şoreşgerî ya ku di 23’ê Tîrmehê de ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve navçeyên Şemzînan, Gever û Çelê yên Colemêrgê hatin destpêkirin, berdewam dike. Di encama çalakiyên gerîlayan ên li van devaran de herî kêm 18 leşker hatin kuştin. HPG'ê ragihand ku li Gabarê jî 5 leşker hatine kuştin.
Navenda Çapemenî Ragihandina HPG’ê ragihand “Çalakiyên gerîlayên me yê li xeta Çelê, Gever û Şemzînana Colemergê, her wiha Gabara Şirnexê yên di çarçoveya tevgera şoreşgerî de berdewam dikin” û ev aghaî da:
12 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di 15'ê Îlonê de di saet 14.00'an de li ser riya Çelê-Colemergê li dijî karwaneke leşkerî ya artêşa dagirker a tirk ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wezayiteke zirxî ya kîrpî hatiye rûxandin, wesayiteke reo û yek jî daggeyigî hatiye texrîpkirin. Herweha di vê çalakiyê de 12 leşker hatine kuştin 5 leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê bi piştgiriya helîkopterên kobrayan operasyonek hatiye destpêkirin.
LI ŞEMIZIÎNANÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di 15'ê Tebaxê de di saet 23.30'an de li Zozanên Ewliya yên bi ser Şemzînanê ye di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê de pevçûnên dijwar qewimiye. Li gel topbaranên li dijî herêmê Gostê, Kurê Mizgeftê û Geliyê Ava Hecibeg ên heta danê sibê berdewam kiriye û pevçûnên dijwar ên qewimîne, gerîlayên me rê nedaye artêşa dagirker a tirk ku pêş de biçe. Di encama van pevçûnan de yên ji aliyê me ve hatiye zelalkirin 4 leşkerên dijmin hatine kuştin, hejmara birîndara jî nehatiye zelalkirin. Di van pevçûnan de herweha du rêhevalên me jî gihîştiye şahadetê. Dema nasnameyên van rêhevalên me hate zelalkirin wê ji raya giştî re were parvekirin
LI DIJÎ ALAYA GARÊ ÇALAKÎ: 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di 16'ê îlonê de li dijî girê ewlekariya Alaya Garê digire û yekîneyeke dijmin a li ser girê Salara bi cîh bûye ji aliyê gerîlayên me ve du çalakî hatiye lidarxisti. Di encama van çalakiyan de li girê Salara leşkerek li girê ewlekariya Alayê jî digire leşkere bi giştî du leşker hatine kuştin.
LI GEVERÊ KONTROLA RÊ
Di 16 îlonê de di navbera saet 08.00-18.00'an de li ser riya Gever û Oramarê li nêzî herêma Geliyê Doskiyê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatiye rawestandin, nasname hatiye kontrolkirin û ji 300 kesê li vir kombûyî re di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn.
HELÎKOPTER DERBE XWAR
Di 14'ê Îlonê de di navbear Şemzînan û Geverê li dijî qereqola Harûna ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke fedaî hatibû lidarxistin. Piştî vê çalakiyê helîkoptereke skorskyê ya xwestiye di li navbera Gundên Kolê Û Tûyê daxîne ji aliyê gerîlayên me hatiye lêdan. Di encama lêdanê de helîkoptera skorskya derbe xwariye naçar maye ji herêmê dûr bikeve. Herweha di vê çalakiyê qelaşnîkofek jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye desteserkirin.
DU KOZIK HATIN RÛXANDIN, 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di 16'ê Îlonê de di demjimêr 17.30'an de li Şirnexê li Girê Cotyar yê bi ser Gabarê yê ji aliyê gêrîlayên me ve li dijî yekîneyeke artêşa dagirker ya tirk çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de du kozikên nobedariyê hatiye rûxandin, 5 leşkerên dijmin jî hatine kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker ya tirk li dijî herêmê bê ser û ber bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
PIŞTÎ BOMBEBARANÊ ŞEWAT DERKET Û HÎNA DIDOME
Di 17'ê Îlonê de (îroj) danê sibê li navçeya Pilûra Dêrsimê li dijî herêmên Agaçpinar û Mankurekê ji aliyê artêşa dagirker ya tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin. Di encama vê bombebaranê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.”