HPG: Li Çelê zêdetirê 10 leşker hatin kuştin

HPG: Li Çelê zêdetirê 10 leşker hatin kuştin

HPG’ê aşkere kir ku gerîlayan li navçeya Çelê ya Colemêrgê derbeyek mezin li artêşa Tirk xistin û ragihand ku di encama çalakiyê de zêdetirê 10 leşker hatin kuştin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî de li navçeyên Colemêrgê hatine destpêkirin daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama çalakiyê a li Çelê de zêdetirê 10 leşker hatin kuştin

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Di çarçoveya serweriya herêmê ya li navçeyên Çelê, Şemzînan û Gevera Colemergê ji aliyê gerîlayên me ve hin rêze çalakî hatine lidarxistin.

Di 27'ê Îlonê de (îroj) di saet 02.40'an de li navçeya Çelê li dijî herêma Geliyê Zapê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiya li dijî helîkoptera skorskya xwestiye li ser girê Helwesîs daxîne û leşkerên li derdora wê kombûne de hatiye lidarxistin de zêdetirî 10 leşkeran hatine kuştin.

ÇEK HATIN DESTESERKIRIN

Gerîlayên me yê çûne ser cenazeyên 6 leşkeran û çekek tam otomatîk a BKC û çekeke melez a HK-33 desteser kiriye. Li dijî herêmê ji aliyê balefirên şer, helîkopterên kobrayan û bi hewan û obusan bi dijwarî tê bombekirin. Herweha pevçûnên li herêmê hîn jî berdewam dike. Di derbarê encamên pevçûnên li vê herêmê dema zelal bû wê ji raya giştî re were ragihandin.

RÊ HAT KONTROLKIRIN

Di 26'ê Îlonê de di navbera saet 16.00-18.30'an de riya di navbera Geliyê Bêmbo û Şemzînanê de ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatiye kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.

Artêşa dagirker a tirk ê nekare mudaxeleyî herêma Geliyê Doskiya Geverê ya serweriya gerîlayên me berdewam dike, ji 23'ê Îlonê û vir ve riya Gever û Oramarê ji aliyê leşkerên qereqola Sînewayê li çûn û hatina wesayita hatiye qedexekirin.

Artêşa dagirker a bombebaranên xwe berdewam dike, di 26'ê îlonê de di navbera saet 13.00-18.00'an de li dijî navserên Xanemîr, Gundê Bayê û Neqeba Şehîdan a bi ser Çarçelayê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. “