Gerîlayên HPG’ê di li navçeya Çelê ya Colemêrgê dijî karwanek leşkerî yê ji 45 wesayitan pêk dihat çalakiyek li dar xistin, hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehat zelalkirin.
Navenda Çapemenî - Ragihandin a HPG'ê (HPG-NÇR) diyar kir ku di çarçoveya serweriya herêmê ya li navçeyên Çelê, Şemzînan û Geverê ji aliyê gerîlayan ve li dijî du karwanên leşkerî du çalakiyên cuda hatiye lidarxistin. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:
LI GEVERÊ LI DIJÎ KARWANÊ LEŞKERÎ ÇALAKÎ
“Di 14'ê Cotmehê de di saet 12.00'an de li navçeya Geverê li dijî karwaneke leşkerî ya ji 18 wesayitan pêk dihat û ber bi Girê Memiştê ve diçû ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêma Çarçelayê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”
LI ÇELÊ PEVÇÛN
HPG-NÇR der barê pevçûnên dijwar ên li Çelê de jî got; “Di 14'ê Cotmehê de di li dijî karwaneke leşkerî ya ji 45 wesayitan pêk dihat û ji Çelê ber bi herêma Geliyê Tiyarê ve diçû ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya ji 6 baskan ve hatiye lidarxistin de beşek karwanê paş de vekişiyaye, beşek jê jî li cihê xwe rawestiyeye. Herweha artêşa dagirker a tirk xwestiye bi helîkopterên skorskyan li herêmê daxîne lê rastî bergiriya gerîlayên me hatiye. Pevçûnên li herêmê hîn jî li hin deveran berdewam dike. Di derbarê pevçûn û encamên wan de wê raya giştî dema hate zelalkirin were agahdarkirin. “
BOMBEBARAN BERDEWAM DIKE
HPG-NÇR’ê da zanîn ku ji 14'ê Cotmehê û vir ve li dijî herêma Garêya biçûk a bi ser Çelêye ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi hean û obusan tê bombekirin û got; “Ji 13'ê Cotmehê û vir ve li dijî herêmên Gostê, Neqeba Ewliya, Geliyê Ava Hecibeg, herêmên Konserve û Kanalên bi ser Şemzînanêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê bombekirin. Bombebaranên li her du herêman jî hîn berdewam dikin .”