HPG: Li Çelê 74 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, encama şerê 5-8'ê Cotmehê yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê eşkere kir. Li gorî vê yekê, di vî şerî de 74 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, encama şerê 5-8'ê Cotmehê yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê eşkere kir. Li gorî vê yekê, di vî şerî de 74 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de ev agahî hatin dayîn:
"Sibeha 5'ê Cotmehê, leşkeran hewl dan xwe bigihînin ser girê Şehîd Colemêrg. Gerîlayên me bi van leşkeran hesiyan û derbên xurt li wan dan. Di demên ewilî de 10 leşker hatin kuştin û şer li vir giran bû. Danê nîvro jî yekîneyeke din a leşkerî hewl da dest li qada şer werde û di navbera gerîlayên me û vê komê de jî şerekî giran qewimî. Vî şerî heta êvarê dewam kir. Di şer de gelek leşker hatin kuştin. Têkiliya bi tîmekî me yê gerîla qut bû.
Roja 6'ê Cotmehê saet di 02:30 de, li dijî baskekî leşkerî yê dixwest bi pêş ve biçe, ji nêz ve çalakiyek hat lidarxistin. Di encamê de 7 leşker hatin kuştin û gelek cenazeyên leşkeran li naverastê man. Heman rojê saet di 10:00 de 2 baskên leşkerî yên hewl didan bi pêş ve biçin, dor li wan hat girtin û çalakiyek hat lidarxistin. Di encama derbên bi çekên giran de 6 leşker mirin, leşkerek jî birîndar bû. Di vî şerî de gerîlayekî me şehîd bû.
7'ê Cotmehê, leşkeran hewl dan careke din xwe ber din nava qadê. Gerîlayên me yên bi leşkeran hesiyan, derbên xurt li wan dan. Li mesafeyeke nêz şer derket û bi çekên giran derb li gelek komên leşkerî yên biçûk ên ketibûn kozikan, hat xistin. Di vî şerî de 9 leşker hatin kuştin.
Di şeva 7'ê Cotmehê saet 00:00 de, di navbera leşkerên xwe gihandin girê Havanê û gerîlayên me de şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de gelek leşker hatin kuştin. 4 gerîlayên me jî birîndar bûn. Hêzên me her wiha dor li 2 baskên leşkerî yên tev digeriyan girtin û di vî şerê nav hev de, derbên xurt li leşkeran hatin xistin. Di encame de 12 leşker hatin kuştin. Hêzên me çûn ser 7 cenazeyên leşkeran. Şer li dora girê Havanê dewam kir û li vir jî 3 leşker mirin, 2 jî birîndar bûn.
Roja 7'ê Cotmehê, helîkoptereke bi tîpa Skorsky hewl da xwe li girê Koordîne deyne. Bi çekên giran derb li vê helîkopterê hat xistin û ev helîkopter bêyî karibe xwe deyne, ji herêmê çû. Piştî danîna leşkeran a li dora girê Koordîne, saet di 01.00 ê nîvê şevê de şer derket û heta saet 07:00 di nav hev de dewam kir. Di vî şerî de zêdeyî 20 leşker hatin kuştin. Li dijî leşkerên hewl dan dest li vî şerî werdin, çalakiya sabotajê hat kirin û 4 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Di vî şerî de 3 gerîlayên me şehîd bûn û têkilî bi komek ji hevalên me qut bû.
Roja 8'ê Cotmehê saet di 09:30 de, derb li leşkerên li dora girê Havanê hat xistin û 3 leşker hatin kuştin.
Di vê operasyonê de, bi qasî ku zelal bûye, 74 leşker hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne.
Di şer û êrîşên dijmin ên vê operasyonê de 7 gerîlayên me şehîd bûn."