HPG’ê encama çalakiya gerîlayan a li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî qereqola Karataş, Tûgaya Çelê û Girê pêk anîn aşkere kir. Li gorî daxuyaniyê 34 leşker hatin kuştin. Di çalakiyê de 2 gerîlayan û di bombebaranê de 6, bi giştî 8 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha agahî ji 5 gerîlayan nayê wergirtin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) derbarê çalakiya gerîlayan a 7’ê çileyê li dijî Qereqola Karataş û Tûgaya Çelê û binkeya leşkerî ya Girê li dar xistin de daxuyaniyek da û encamên çalakiyê bi raya giştî re parve kir.
HPGê ragihand ku roja 7ê Çile gerîllayên wan li navçeya Colemêrgê Çelê li dijî hêzên rejîma tirk çalakiyek berfireh lidarxistine û di encamê de 34 esker hatine kuştin û 8 gerîllayan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî agahiyên HPG-NÇR’ê di çalakiyê de, qereqola Karataş, Tugaya Çelê, baregeha leşkerî ya Girê û karwanekî leşkerî yê wesayîtan bûne hedef û di encamê de herî kêm 34 eskerên tirk hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniyê, 7’ê Çile, saet 18 û 30 deqîqeyî gerîllayan ji çar aliyan ve li qereqola Karataş, girê parastinê û sengerên eskeran dane û di encamê de bircek çavdêriyê hatiye tinekirin û 7 leşker hatine kuştin. Di daxuyaniyê de bi berdewamî ev tê gotin:
"Yekîneyek din a gerîlla ku di heman demê de li sengerên derdora qereqolê dan, sengerek ku tê de sîleha giran A4 hebû hilweşand û li vir jî bi dehan eskerên dijmin hatin kuştin."
Li gorî daxuyaniyê, yekîneyek din a gerîlla jî li nîzamiyeya qeroqolê daye, û demek dirêj hem di nîzamiyê û hem jî di avahiya qereqolê de şer dewam kiriye û 17 leşkerên din hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.
HPG-NÇR’ê ragihand ku di van şeran de bi giştî 34 esker hatine kuştin û 2 gerîllayan jî jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî agahiyên HPGê, her weha bi awayekî hemwext, leşkerên ji Tugaya Çelê bi hawarê ve hatine jî bûne hedefa gerîllayan, gelek wesayîtên zirxî hatine derbkirin, lê hejmara kuştî û birîndarên hêzên tirk nehatiye piştrastkirin.
Navenda Ragihandina HPG’ê her weha anî ziman ku dema komek gerîlla xwestine 2 gerîllayên birîndar ji herêma şer dûr bixin, bi hewan, obus, katyuşa û bi balafiran hatine topbaran û bombardûman kirin û di encamê de 6 gerîllayan jiyana xwe ji dest dane.
HPG’ê ragihand ku piştî bombardûmanê her weha ji 5 gerîllayên ji yekîneya xwe qutbûne, ji 9’ê Çile ve agahî nayên wergirtin.