HPG: Li Çelê 13 leşker hatin kuştin

HPG: Li Çelê 13 leşker hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku, serweriya gêrîlayên HPG’ê ya li herêmên Şemzînan, Gever û Çelê didome û her wiha hinek rêze çalakî jî pêkanîne. HPG’ê derbarê pevçûnên di 27’ê Îlonê ya li Geliyê Zap ya Çelê de jî agahiyên berfireh dan. Di encama pevçûna de 13 leşker hatine kuştin, hevalek me jî gihaye şahadeta xwe.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku, “ Di 02.40'an de li dijî leşkerên dijmin yên xwestine ber bi Girê Helwesîs ve biçin ji aliyê gêrîlayên me ev çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 leşkerê dijmin hatiye kuştin.

‘BI GIŞTÎ 13 LEŞKER HATIN KUŞTIN’

Daxuyaniyî wiha berdewam diek:"Li dijî yekîneyeke din ya dijmin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke din hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de jî 4 leşkerên din hatiye kuştin. Li dijî yekîneyên dijmin yên di danê sibê de li herêmê xwestiye belav bibe, ji aliyê gêrîlayên me ve ji 3 baskan ve çalakî hatine lidarxistin û dijmin li şûna xwe tengav bûye. Di encama pevçûnên heta danê êvarî berdewam kirî de 5 leşkerên din hatine kuştin. Di van pevçûnan de yên bi çav hatine dîtin bi giştî 13 leşker hatine kuştin, ji 10'an zêdetir jî leşker birîndar bûne.

HELÎKOPTERÊ DERBE XWAR

Artêşa dagireker ya tirk xwestiye bi helîkopterên skorskyan leşkeran veguhezîna herêmê, lê ji aliyê gêrîlayên me ve hatiye lêdan. Helîkoptera skorsky ya derbe xwariye naçar maye ji herêmê dûr bikeve. Her weha di demên pevçûnan de ji aliyê artêşa dagirker ya tirk li dijî Gundên Guzereşê, Mezrê, Tixubê, Zawîtê û Tiyarê yên bi ser Geliyê Zapêne bi balefirên şer, helîkopterên kobrayan, hewan û obusan herêm bi dijwarî bombebaran kiriye. Di encama van bombebaranan de gelek zevî û rezên gundiyan zirar dîtiye herweha hin wesayit jî derbe xwarine. Dîsa ji aliyê dijmin ve xetên ceryanê yên diçe gundan hatiye qutkirin.

‘RÊHEVALEK ME GIHIŞTIYE ŞAHADETÊ’

Di van pevçûnên di tevahiya rojê de berdeam kirî de, rêhevaleke me gihîştiye şahadetê. Wê nasnameya rêhevala me ya gihîştiye şahadetê dema hate eşkerekirin ji raya giştî re were parvekirin.

LI DIJÎ QEREQOLA RÛBAROKÊ ÊRÎŞ

Di 27'ê Îlonê de di navbera demjimêrên 10.00-10.30'an de li dijî Qereqola Rûbaroka Şemzînanê ji aliyê gêrîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hemû baregehên dijmin bi awayeke bandor hate lêdan de, hêjmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê li dijî Çiyayê Govendê ji aliyê artêşa dagirker ya tirk bi hewan û obusan bê ser û ber hatiye bombekirin.

BI TEVLÎBÛNA 2000 HEZAR LEŞKER Û 200 CERDEVAN OPERASYON

Di heman rojê ango 27'ê îlonê de di demjimêr 18.00'an de li dijî Çiyayê Govendê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi tevlêbûna 2000 leşker û 200 cerdevanî operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê di demjimêr 16.00'an de karwaneke dijmin ya ji 50 wesayitî pêk dihat ji Geverê ber bi qereqola Sinewayê alavên leşkerî û cebilxane hatiye veguheztin.

Di 27'ê îlonê de di navbera demjimêrên 13.30-14.00'an de li nêzî herêma Oramara Geverê li dijî Girê Şehîd Gafûr ji aliyê artêşa dagirker ya tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin. Di 28'ê Îlonê de (îro) di navbera demjimêr 01.00-02.00'an de li dijî Çiyayê Çarçelayê ji aliyê leşkerên qereqola Şitazinê ve bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”