HPG’ê ragihand ku di encama çalakiay gerîlayên HPG’ê ya li Bedlîsê de herî kêm 8 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin. Her wiha, HPG’ê der barê operasyon û pevçûnên li Şemizînan û çalakiyên gerîlayên ên li seranserê Bakûrê Kurdistanê de jî agahî da.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan ên li Amed, Dêrsim, Bedlîs, Mûş, Êlih, Wan û Colemêrgê de agahî da û diyar kir ku di çarçoveya operasyonên artêşa Tirk li herêmaê Şemizînanê daye destpêkirin de pevçûn berdewam dikin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di di 10'ê Îlonê de li navçeya Şemzînana Colemergê ya artêşa “dagirker” a tirk ê xwestiye li bejahiyê bi opersayonê pêş de biçe û di navbera gerîlayan û leşkerên “dijmin” de pevçûnek dijwar ên diqewimin hîn jî berdewam dikin û der barê operasyon û pevçûnên li herêmê de ev agahî hat dayîn:
LI ŞKÊRÊ SPÎ ÇALAKÎ
“Di 13'ê Îlonê de li dijî leşkerê dijmin ê ji herêma Şkêrê Spî ber bi Neqeba Masîro ve pêş de diçû ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerê dijmin hatiye kuştin. Di heman rojê di saet 17.00'an de li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên xwestiye bi helîkopterên skorskyan li Neqeba Ewliya daxînin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de helîkoptereke skorskyek hatiye lêdan, helîkoptera derbe xwariye naçar maya li Tûgaya Şemzînanê bi lezgînî dakeve xwarê. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.
LI DIJÎ KARWANÊ LEŞKERÎ ÇALAKÎ: 5 LEŞKER MIRIN
Di 13'ê Îlonê de di saet 13.30'an de li dijî karwaneke leşkerî ya artêşa dagirker a tirk ê ji Şemzînanê ber bi Giranêyê ve diçû ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya di navbera gundên Bêgirdê û Kelkîtê de hatiye lidarxistin wesayiteke zirxî ya akrep hatiye rûxandin, 5 leşkerên dijmin jî hatiye kuştin.
RÊ KONTROL KIRIN: KESEK HAT BINÇAVKIRIN
Di 13'ê Îlonê de di di navbera saet 11.00-18.00'an de l iser riya Gever-Oramarê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatine rawestandin de nasname hatine kontrolkirin gel jî di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Di vê çalakiyê de herweha wesayiteke Turk Telekomê jî hatiye şewitandin û ajokarê wê jî hatiye binçavkirin. Piştî lêpirsîna ajokar qediya serbest hatiye berdan.
HERÊM TÊ BOBMEBARANKIRIN
Artêşa dagirker a tirk bomberana xwe ya li dijî herêmê berdewam dike. Di 13'ê Îlonê de di saet 14.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Gundên Nehrê, Tuwa û Mûşê bi hewan û obusan hatiye bombekirin, di encama bombebaranê de gelek sewalên gundiyan telef bûye, rez û zeviyên wan jî zirar dîtiye. Di heman rojê di navbera saet 17.30-18.00'an de jî li dijî herêma Gostê û Geliyê Ava Hecibeg bi balefirên şer, ji danê sibê heta êvarî jî li dijî Gostê û Masîro bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
LI ÇELÊ ŞEWAT
Di daxuyaniyê de hat gotin; “12'ê Îlonê û vir ve li navçeya Çelêya Colemergê li dijî herêmên Garêya biçûk û mezin, Kevirê Spî, Gundên Hîlalê, Cennetê û Şifreza ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata daristana ya li herêmê hîn jî berdewam dike.”
LI BEDLÎSÊ 8 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku di encama çalakiya gerîlayên HPG’ê ya Beldîsê de herî kêm 8 leşker hatine kuştin û got; “Di 13'ê Îlonê de di saet 18.15'an de li navenda Bedlîsê li dijî leşkerên ewlekariya qereqoleke nû tê avakirin di navbera Gundê Şetek û Yako yên bi ser herêma Şehîd Sefkane ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 8 leşkerên dijmin hatine kuştin, hejmara birîndara jî nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê li dijî herêmê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi wesayitên zirxî operasyonek hatiye lidarxistin.”
LI DÊRSIMÊ KONTROLA RÊ
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku di 12-13 û 14'ê Îlonê de liser riya Dersim û Pulurê ji aliyê gerîlayan ve rê hatine kontrolkirin û ev agahî da, “Di 12'ê Îlonê de di navbera saet 18.00-18.30'an de l iser riya Dersim-Pulurê li nêzî Pira Vengê rê atiye kontrolkirin, di vê kontrolê de serokê kevn ê AKP'ê yê Dersimê Cîhan Açikgoz, ji bo dawî li hevkariya bi artêşa dagirker a tirk re dike bîne, hatiye hişyaririn û wesayiteke wî tevî alavên tê de jî bi şewitandinê hatiye rûxandin.
Li ser heman riyê di 13'ê Îlonê de di saet 12.00'an de careke din rê hatiye kontrolkirin. Nasname hatine kontrolkirin, gel jî di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.
Di 14'ê îlonê de (îroj) di saet 08.00'an de li ser riya Dersim-Pulurê di destpêka Geliyê Sal de ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Li ser vê riyê wesayiteke din a Cîhan Açikgoz ê hişyarî gohdar nekiriye hatiye şewitandin û rûxandin.”
LI ÊLIHÊ ÇALAKÎ
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 13'ê îlonê de di saet 12.30'an de li navçeya Kercewsa Êlihê li dijî leşkerên “dijmin” ên derketibûn operasyonê ji aliyê “gerîlayên me” ve çalakiyek hatiye lidarxistin û wiha hat gotin; “Di encama vê çalakiyê de wesayiteke zirxî ya akrep hatiye texrîp kirin, hejmara kuştî û birîndarên dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”
LI DIJÎ TRENÊ ÇALAKÎ
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 13'ê Îlonê de li herêma Zengoka Mûşê li ser riya trênê li dijî trêneke bar a alavên leşkerî barkirî ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 10 vagon hatiye rûxandin herweha di riya trênê de jî zirara meddî çêbûye.
LI PÎRANÊ RÊ HAT KONTROLKIRIN
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 13'ê îlonê de di navbera saet 17.00-19.00'an de li navçeya Pîrana Amedê li herêma Şingirikê ji aliyê “gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.”
LI BAZÎDÊ 2 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 13'ê Îlonê de di saet 19.30'an de li navçeya Bazîdaxaya Wanê li nêzî Gundê Tirşikê li dijî şantiyeke ya şîrketên Bager û Ugur înşaatê ne ji ber di xebatên leşkerî de dixebitin û li Kurdistanê bê destûr kar dikin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin.
Wesayiteke ya Bager înşaatê bi şewitandinê hatiye rûxandin û di xebatkarê wê yê bi navê Taner Acay û Atalay Guner hatine binçavkirin. Herweha 15 kamyon, 5 transît, 3 kepçe, 10 konteynir, 1 TV, 1 qompîter, maşîneke topoxrafya û 2 cihê razanê yên Ugur înşaatê hatiye şewitandin û rûxandin. 2 qompîter, kamerayek, 10 bêtêl û tifingek jî hatiye desteser kirin. Herweha du xebatkarê vê şîrketê ên bi navê Bulut Aras û Sabrî ÇÝnar jî ji aliyê gerîlayên me ve hatine binçavkirin.
LI MÊRDÎNÊ ÇALAKÎ
Hat ragihandin ku di 13'ê îlonê de di saet 21.00'an de di navbera Mêrdîn û Êlihê de şantiyeke di navbera navçeya Kercewsê û Gundê Qantarê de ye bi armanca çêkirina riyên leşkerî dixebite ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û ev agahî hat dayîn; “Di encama vê çalakiyê de 7 wesayît, kepçeyek, gundorek (sîlîndîr) tankêrek, 2 wesayitên keviran dişkîne û maleke prefabrîk jî ji aliyê gerîlayên me ev hatiye şewitandin û rûxandin. 4 kesên nobedariya şantiyê jî dikin piştî hişyariyan serbest hatine berdan. Piştî çalakiyê operasyona ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê hatiye destpekirin hîn jî berdewam dike.”
DU ÇEPER HATIN RÛXANDIN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 14'ê îlonê de di saet 02.45'an de li navçeya Elbaka Wanê li dijî qereqola Xalkawayê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de birca çavdêriyê û 2 çeper hatiye rûxandin, hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”