NÛ BÛ

HPG: Herî kêm 15 leşker hatin kuştin

Di çalakiyên ku HPG/YJA-Star ên ku li dar xistin de herî kêm 15 leşker hatin kuştin. Di şer de 5 gerîlayan jî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiyên gerîla û operasyonên artêşa Tirk daxuyaniyek nivîskî da.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekirin:

COLEMÊRG

"1’ê Cotmehê saet 12.00’an artêşa TC’ê li qada Garê ya girêdayî Şemzînan a Colmergê operasyonek daye destpêkirin. Ev operasyon ber bi gundên Gelavê û Gelîşimê berfireh bûye û dom kiriye. Leşkeran li gundê Garê ketine lêgerînê. Operasyon bi qismî jî be berdewam dike.

1’ê Cotmehê di saet 15.30’an deli dijî leşkerên artêşa Tirk ên ku li ser Girê Şehîd  Cahît ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê di xebitîn  çalakiyekî ya hewanan hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de gelek guleyên hawanê li kon û çeperan ketiye. Li vir leşkerek hate kuştin û gelek birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi helîkoptêra Skorskyê kuştî û birîndarên xwe rakirin.

1’ê Cotmehê saet di 20.30’an de hêzên me bi ser 3 wesayitên zirxî de ku dema li Taxa Cûmhuriyetê ya Gever a Colemergê dewriye digeriyan çalakiyek pêk anî. Di vê çalakiyê de wesayita zirxî ya Kobra bi çeka RPG-7 hate derbkirin û piştre jî hate rûxandin. Li vir 5 leşker hatin kuştin. Ev çalakî weke bersivek bû li dijî operasyona Mergezerê.

MÊRDÎN

27’ê Îlonê ber bi êvarî artêşa Tirk leşkerên qereqaola Stewrê, Ewêna û cerdevanên wê qadê yên Stêwrê ya Mêrdînê li gundên Ewêna, Bakustan û Berniştê operasyon dane destpêkirin. 28’ê Îlonê di navbera hêzên me û artêşa Tirk de saet 06.30’an şer destpê kiriye û heta bi 08.30’an dewan kiriye. Komeke gerîlayên me jî dema ku ji peywirê vedigeriyan rastî leşkeran hatine û gerîlayên me bi çekên ferdî li wan xistin. Li vir hêjmara kuştî û birîndarên leşkeran nehate zelalkirin. Piştî saet 08.30’an jî helîkoptêrên Kobrayê qad bombe kiriye. Di şerî li vir de 4 leşker hatine kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne. Her wiha li vir 5 gerîlayên me bi lehengî şer kirine û şehîd bûne. Agahiyên nasnameyên hevriyên me yên ku şehîd bûyin wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.

Li Kerboranê jî kemîn tên danîn.

ŞIRNEX

Operasyoan artêşa Tirk a ku li herêma Faraşîn a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê dabû destpêkirin dewam dike. 1’ê Cotmehê gerîlayên me di saet 20:00’an de li dijî leşkerên ku li gundê Karçikê bi cih kirin çalakiyekî dizî pêk anîn. Di vê çalakiyê de di çeperekî de 5 leşker hatin kuştin, di lêxistin xurt a li çeperên din de jî jimara kuştî û birîndarên dijmin nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê hêza leşkerên ku li gir hatinbûn bi cih kirin vekişiyan.

30’ê Îlonê û şûn de artêşa Tirk ji qontara balafirxaneya Cirzîrê leşker sewqî qereqolan kirin.

SÊRT

28’ê Îlonê li ser rêya hewêl-Misirç a Sêrtê gerîlayên me li dijî wesayîtekî zirxî ya bi tîpa Ejder dema di teverê de bû çalakiyekî sabotajê li dar xistin. Wesayîta ku derbên giran lê ket têkildarî jimara kuştî û birîndarên di vê wesayîtê de agahiyên zelal nehatin bi destxistin.

AMED

1’ê Cotmehê artêşa Tirk di saet 05:00’an de li 13 gundên navçeya Hênê û Licê ya Amedê qedexeya kolanan îlan kir û li herêma Apê Mûsa û Şehîd Rojhat dest bi operasyonekê kirin. Gelek gund ji aliyê leşkeran ve hatin dorpêçkirin û rêya Çewlik-Amedê hate girtin. Li herêma operasyonê tevgera zêde ya pêgeyên bê mirov ên keşfê geriyan. Tevgera ku li vê herêm hê jî dewam dike."