HPG: Herî kêm 10 leşker hatin kuştin

Li Colemêrg, Şirnex, Mêrdîn û Çewlikê gerîlayan çalakî pêk anîn. Di van çalakiyan de herî kêm 10 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Operasyona Artêşa TC a di 1'ê Cotmehê de li herêma Garê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê da destpêkirin, bi tevlîbûna cerdevanên Kadana, Feqyan, Xiznê û Xosrovayê, li qadên Kanî Gozkê, Helena, Şavirtê û gundên Garê hat dorfirehkirin.

Roja 3'ê Cotmehê saet di 07:30 de, konvoyeke leşkerî ya ji gelek maşînên zirxî ji navçeya Geverê ya Colemêrgê diçû qereqola Oremarê. Li dijî vê konvoyê, li Geliyê Dostkî, li cihekî navbera gundên Berdêreşê û Serangilê, hêzên me li dijî maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Ev maşîna zirxî bi temamî rûxiya û 6 leşkerên tê de mirin, 2 jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker danîn herêmê û ji bo demeke kurt operasyon hat meşandin. Di vê operasyonê de artêşa TC mirî û birîndarên xwe rakir. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên li Mergêzerê şehîd bûn, hat lidarxistin.

3'ê Cotmehê, li dijî leşkerên artêşa TC ên li mintiqeya Îkîncî Kopru ya ser bi navçeya Elkê ya Şirnexê kontrola rê dikirin, hêzên me bi çekên navîn û ferdî çalakiyek pêk anîn. Li vir 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi ambûlansan rakir.
Ev du roj in balafirên şer ên artêşa TC bombeyan li herêma Kato Jîrka ya li navçeya Elkê ya Şirnexê dibarînin.

Hêzên me roja 3'ê Cotmehê saet di 11:30 de bi çalakiyeke sabotajê stasyona bazê ya li gundê Verzikê yê navçeya Kerboran a Mêrdînê rûxandin.

Roja 3'ê Cotmehê saet di 15:30 de, li dijî leşkerên li qereqola Bilice ya li navçeya Gexî ya Çewlikê çalakiyên sûîqestê hatin kirin. Di çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin.

2'ê Cotmehê saet di 19:30 de, gerîlayên me li qereqola Ûçir a li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê xistin. Piştî vê çalakiya li dijî avahiya qereqolê şer derket û cerdevanên li gundên derdorê jî tevlî vî şerî bûn. Di encama derbên xurt de agir bi qereqolê ket, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin. Li dijî stasyonên bazê û xeta înternetê yên Vodafone-Turkcell-Avea yên li nêzî qereqolê çalakiya sabotajê hat lidarxistin û di encamê de stasyon rûxiyan. Ev çalakî weke bersivdayîna li operasyona li qadên Apê Mûsa û Şehîd Rojhat hatiye kirin.

HELÎKOPTERÊN ARTÊŞA TIRK GULE LI WESAYÎTÊN SIVÎLAN REŞANDIN

Ji saet 19:00 ê 2'ê Cotmehê heta danê nîvro yê 3 Cotmehê, balafirên keşfê li ser qada Pêşi Kevir a li navçeya Licê ya Amedê geriyan. 3'ê Cotmehê saet di navbera 12:00-13:00 de artêşa Tirk bi hawan û helîkopterên bi tîpa Kobra li herêmê xist. Danê êvarê saet di navbera 20:00-21:00 de li cihekî nêzî gundê Mahlê, Kerwas û Sisê, helîkopterên bi tîpa Kobra li sê wesayîtên gundiyan xistin.

20'ê Îlonê li qada Qula ya navçeya Qaxizman a Qersê, ji ber operasyona artêşa TC şer qewimî bû. Di vê operasyonê de gerîlayên me yên bi navê Cûdî û Gezmîş bi xurtî şer kirin û şehîd bûn.

24'ê Îlonê li bejahiya gundê Agveren ê navçeya Xozad a Dersîmê, di navbera komek ji gerîlayên me û leşkeran de şer derket. Di vî şerî de me ragihandibû ku gerîlayekî me jiyana xwe ji dest daye.

NASNAMEYÊN GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DAN

Nasnameyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane bi vî rengî ne:

Nasnav: Cûdî Sîpan
Nav paşnav: Akîf Ornek
Cihê ji dayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Yadîgar-Abdulcabbar
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Îlona 2016 / Qers

Nasnav: Gezmîş Sîpan
Nav paşnav: Denîz Çîçek
Cihê ji dayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Zubeyde-Kazim
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Îlona 2016 / Qers

Nasnav: Cesûr Serhat
Nav paşnav: Hatîp Şahîn
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Medîne-Yilmaz
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Îlona 2016 / Dersîm"