HPG’ê ragihand ku gerîlayên HPG’ê li dijî qereqola Harûna ya di navbera Şemizînan û Geverê de çalakiya cangorî (fedayî) pêk aniye. Hat diyarkirin ku li navçeya Licê ya Amedê li dijî qereqolêji aliyê gerîlayan ve çalakî pêk hat û di encamê de tankek û panzerek hatin rûxandin û bi dehan leşker mirin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiya gerîlayan a li dijî qereqola Harûnayê de agahiyên berfireh da û diyar kir ku gerîlayan çalakiya fedayî pêk aniye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Tevgera Şoreşgerî ya gerîlayên me ya ji 23'ê Tîrmehê û vir ve li xeta di navbera navçeyên Şemzînan û Gevera Colemergê berdewam dike, di wê çarçovê de di 14'ê Îlonê de hin çalakî hatine lidarxistin. Di vê çarvovê de gerîlayên me;
ÇALAKIYA CANGORÎ
Di 14'ê Îlonê de di saet 15.00'an de li dijî qereqola Harûna çalakiyek cangorî hatiye lidarxistin. Di derbarê berfirehî û encamên vê çalakiyê wê gelê me piştî ji aliyê me hate zelakirin wê were agahdarkirin.
HELÎKOPTER DERBE XWAR
Di 14'ê Îlonê de di saet 15.30'an de li ser riya Şemzînan û Geverê li n êzî Gundê Zîzanê li dijî helîkoptereke skorskya ya ji leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine opersayonê re leşker û alavên leşkerî vediguhezîne çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de helîkoptera skorkyê derbe xwariye lê encama ketin û neketina wê de agahiyên zelal nehatiye bidestxistin.
LI OREMARÊ RÊ HAT KONTROLKIRIN
Di 14'ê îlonê de di navbera saet 12.00-18.00'an de li ser riya Gever û Oramarê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatine rawestandin de nasname hatine kontrolkirin.
Herweha di 14'ê Îlonê de di saet 24.00'an de di navbera Gever û Pira Nû de li dijî şantiyeya bi navê Ateş Beton a bi artêşa dagirker a tirk re hevkariyê dike û di xebatên leşkerî de cîh digre ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek serdegirtinê hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 kemyon û 5 telefonên vê şîrketê hatine rûxandin 4 transît jî hatiye texrîpkirin.
LI HERÊMÊ BOMBEBARAN
Artêşa dagirker a tirk ên li dijî van herêman bombebaranên xwe berdewam dike, di 14'ê Îlonê de li dijî Gostê, Neqeba Masîro û herêma Ranyapîrê ji danê sibê heta êvarî bi hewan û obusan bombebarankiriye. Heman herêm di tevahiya rojê de ji aliyê balefirên şer jî hatine bombekirin.
Di 14'ê îlonê de ji saet 20.00'an heta 15 îlonê saet 05.00'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajaroka Şeladizê li dijî herêma Çiyayêreş a bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama van bombebaranan de şewata daristanan a li girên Rûbar û Ferhat destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
LI LICÊ ÇALAKÎ
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiya gerîlayan a li navçeya Licê ya Amedê de jî ev agahî da: “Di 14'ê Îlonê de di saet 18.40'an de li navçeya Lîceya Amedê li dijî qereqola cendermeyan a Girê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de tankek û panzerek hatiye rûxandin herweha bi dehan leşker jî hatiye kuştin. Di derbarê berfirehî û encamên vê çalakiyê piştî hate zelalkirin wê ji raya giştî re were eşkerekirin.”
LI MÛŞ Û MÊRDÎNÊ KONTROLA RÊ
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 14'ê Îlonê de di navbera saet 18.00-19.30'an de li ser riya Mûş û Pasûrê “ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 14'ê Îlonê de di navbera saet 18.20-19.20'an de li Mêrdînê di navbera navçeya Mahsertê û herêma Omeryan de ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Herweha 3 ajokarên kemyonê yên ji bo riyên bi armanca leşkerî re qûm dikişandin piştî hatin hişyarkirin serbest hatin berdan.””