HPG: Em ê baweriya azadiyê ya şehîdên xwe bidin jiyîn
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên nasnameyê gerîlayên ku li Colemergê û Mêrdînê jiyana xwe ji dest dane eşkere kir. HPG’ê got, ‘’Em diyar dikin, em ruhê wan ê serkeftinê ku bi baweriya mezin a azadiyê hildigirtin, bidin jiyîn.’’
ANF
BEHDÎNAN
çarşem, 5 kewçêrê 2016, 14:00
HPG’ê diyar kir dewleta Tirk di meha Îlonê de li dijî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê li hemû qadan operasyonên zêde û êrîş pêk anîne. HPG’ê wiha got, ‘’Di şerê Îlonê de bi çalakiyên hîkar û gelek şerê ku rûdayî de yekîneyên artêşên derbên giran xwarine û neçar mane ku ji gelek operasyonan vekişin.
HPG’ê wiha got, ‘’Di çalakiyên gerîlayên me de derketiye holê ku ji mesafeya nêz artêşa Tirk ne xweyî ti performanseke hêzê ye. Yekîneyên artêşê bi bikaranîna çekên giran, bombekirinan, bi şewitandina xwezayê Kurdistanê dixwaze encamê bistîne.”
HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
‘’Meha Îlonê di operasyonên Gever (Cîlo) û Mêrdînê de, di şer û êrîşan de 10 gerîlayên me şehîd bûne.
Li Zagrosan di şerê berxwedanê yên di pêşengtiya Devrîm (Zeynep Baytar) de hevrêyên me Arîn (Rewşen Erdal), Axîn (Nezahat Darga), Rozerîn (Leyla Ugurlu) û Viyan (Merve Akkuş) di 8-15’ê Îlonê de şehîd bûne. 28’ê Îlonê jî di şerê Stewrê yê Mêrdînê de di pêşengtiya Zagros (Mehmet Çalişkan) de hevrêyên me Azad (Zaman Yilmaz), Cegerxwîn (Firat Aslan), Rohat (Omer Ozdemîr) û Rojhat (Huseyîn Ugur) di şerê mezin ê li dijî dijmin de şehîd bûne.
Hevreyên me ku serwext bûne mêtingerî di her fersendê de hazir e ku bi ser gelê Kurdistanê de komkujiyan bîne, di nav refên têkoşînê de cihê xwe dîtine, meşa xwe ya bi tije ked û têkoşîn, bi helwesta ku rihê fedaî yê Mîlîtanê Apoyî berbiçav kirine û peywira xwe bi cih anîne.
Em hevrêyên xwe yên şehîd bûyin di şexsê hevrê Devrîm û Zagros de bi hurmet bi bîr tînin, em diyar dikin ku ruhê wan ê serkeftinê yên ku bi baweriya azadiyê hildigirtin, bidin jiyîn.’’
AGAHIYÊN NASNAMEYA 10 GERÎLAYAN
Agahiyên nasnameyên 10 gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Arin Faraşîn
Nav û Paşnav: Rewşen Erdal
Cihê Jidayikbûnê: Colemerg
Navê Dayik û Bav: Emîne - Abdusena
Dîrok û Cihê Şehadetê: 10 - 15 Îlon 2016 / Colemerg
***
Nasnav: Axîn Kiçî
Nav û Paşnav: Nezahat Darga
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik û Bav: Gozel - Celil
Dîrok û Cihê Şehadetê: 10 - 15 Îlon 2016 / Colemerg
***
Nasnav: Devrîm Medya
Nav û Paşnav: Zeynep Baytar
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Kezban - Hasan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 10 - 15 Îlon 2016 / Colemerg
***
Nasnav: Rozerîn Zîlan
Nav û Paşnav: Leyla Ugurlu
Cihê Jidayikbûnê: Van
Navê Dayik û Bav: Nariye - Ferman
Dîrok û Cihê Şehadetê: 10 - 15 Îlon 2016 / Colemerg
***
Nasnav: Viyan Soran
Nav û Paşnav: Merve Akkuş
Cihê Jidayikbûnê: İsparta
Navê Dayik û Bav: Yadigar - Mahmut
Dîrok û Cihê Şehadetê: 10 - 15 Îlon 2016 / Colemerg