HPG’ê di derbarê gêrîlayê Berxwedan Ozalp yê ji ber sedema pirsgirêkên tenduristî li Urdunê dihat dermankirin û jiyana xwe ji dest dayî daxuyaniyek da û ragihand ku, “Hevalê Berxwedan weke navê xwe gelek pêvajoyên zehmet bi helwesta xwe ya berxwedêrî ya nîşandaye zaniye bi serkeftî bide berdewam kirin.”
Navenda Çapemenî-Ragihandinê ya HPG’ê (HPG-NÇR) di derbarê gêrîlayê HPG’ê Reşat Ayaz bi nasnav Berxwedan Ozalp yê ji ber sedema pirsgirêkên tenduristî li Urdunê dihat dermankirin û duh li Qendîlê bi merasimek ya leşkerî hatî defin kirin, daxuyaniyek da.
HPG’ê ragihandin ku, Reşat Ayaz (Berxwedan Ozalp) ku li gundê Mamedaalan yê girêdayî navçeya Qelqeliyê di sala 1983’an de ji dayîkbû, di sala 2004’an de tevlî refên gêrîla bû. HPG’ê destnîşan kir ku, hevalê Berxwedan yek ji rêhevalên me yên ku di temenê xwe yê tekoşînê de gelek pêvajoyên zehmet bi helwesta xwe ya berxwedêr zaniye bi awayek serkeftî bide berdewam kirin. Her wiha HPG’ê wiha got:
“Rêhevalê me Berxwedan li derdorekî nêzî tevgera me ya azadiyê mezin bû û hêj di temenê biçûk de bi heskirin û israrekî mezin biryar da ku tevlî tekoşîna çiyayên azad bibe. Hevalê Berxwedana bi awayek aktîv tevlî tekoşîna li çiyayên Kurdistanê bûye. Hevalê Berxwedan yek ji rêhevalên me ku weke navê xwe gelek pêvajoyên zehmet bi helwesta xwe ya berxwedêr zaniye bi awayek serkeftî bide berdewam kirin. Hevalê Berxwedan tecrûbe û têgehişta ji herêmên lê maye girtiye, hewildaye hînbêhtir bihêztir bike. Hevalê Berxwedan xwediyê helwest û biryarbûnekî yeketiya gotin û çalakiya xwe bû. Hevalê Berxwedan bi kesayeta xwe ya rûniştî zaniye nûnertiya herî baş bike. Rêhevalê me Berxwedan ku bi girêdana nirxên şoreşê û şehîdan tê naskirin, ji ber sedema pirsgirêkên tenduristî ji çiyayan dûrbû. Rêhevalê Berxwedan di bin çi şert û mercan de be bila be, xerîbiya çiyayan kêşaye. Rêhevalê Berxwedan li rexmî hemû hewildanên başkirinê bedena hevalê Berxwedan bersiv nedaye dermankirinê û tevlî karwanên şehîdên azadiyê bûye.
Em soz didin ku, li ser girêdan û israra wî ya tekoşînê xwedî li bîranînê wî derbikevin.”