HPG’ê têkîldarî çalakî û operasyonan daxuyanî da
HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla û operasyonên artêşa Tirk de daxuyanî da.
HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla û operasyonên artêşa Tirk de daxuyanî da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla û operasyonên artêşa Tirk de daxuyaniyek nivîskî weşand.
HPG’ê ragihand ku 2’yê Cotmehê saet 09.20’an gerîlayan li dijî leşkerên ku hewl didan ji qereqola Êrîş ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê qada Ertûşê bide ber obusan, bi çekên giran çalakî li dar xistin. HPG’ê da xuyakirin ku di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin, leşkerek jî birîndar bû.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin;
“1’ê Cotmehê saet 13.00-16.00’an hêzên me li dijî leşkerên ku li girê Şehîd Ronahî yê girêdayî qada Şemzînan a Colemêrgê xwe bi cih kiribûn bi hewanan çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin. Dîsa hêzên me bi awayekî hemwext bi hewanan leşkerên ku xwe li derdora Şehîd Gafûr ê girêdayî qada Oremarê bi cih kiribûn bombe kirin. Li vir hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.
Artêşa TC operasyona ku li qada Mergêzerê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê dabû destpêkirin, 1’ê Cotmehê vekişand.
3’ê Cotmehê (îro) saet 06.00’an artêşa TC bi helîkopterên Kobra li gundên Katûna û Meleyan ê girêdayî qada Şemzînan a Colemêrgê dan. Bi awayekî hemwext jî bi helîkopterên Skorsky leşker danîn.”
NASNAMEYÊN 4 GERÎLAYAN
HPG’ê got; “30’ê Îlonê li qada Sêrtê hevalê me Azad û Dilsoz, 26’ê Îlonê li qada Mergêzerê jî hevalên me Şervan û Demhat dema operasyonên artêşa TC de bi şer şehîd bûn.”
Nasnameyên gerîlayan wiha ne;
Nasnav: Azad
Nav û Paşnav: Azad Donmez
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Salîha - Alî
Dîrok û Cihê Şehadetê: 30’ê Îlona 2016’an / Sêrt
***
Nasnav: Dilsoz Herekol
Nav û Paşnav: Menderes Sevînç
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik û Bav: Kûmrû - Hasan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 30’ê Îlona 2016’an / Sêrt
***
Nasnav: Şervan Agît
Nav û Paşnav: Hasan Yaşa
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Hatûn - Ahmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 26’ê Îlona 2016’an / Colemêrg
***
Nasnav: Demhat Azad
Nav û Paşnav: Firat Çiga
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik û Bav: Ayşe - Mehmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 25’ê Îlona 2016’an / Colemêrg