HPG’ê Serokê AKP’ya Colemêrgê serbest berda

HPG’ê Serokê AKP’ya Colemêrgê serbest berda

Gerîlayên HPG’ê di 2’yê îlonê de, Serokê AKP’ya Colemêrgê Abdulmecît Tarhan binçav kiribû. HPG’ê Tarhan serbest berda.

Serokê AKP’ya Colemêrgê Abdulmecît Tarhan ku di 2’yê îlonê de li nêzî gundê Talê yê navçeya Colemrêgê ji aliyê gerîlayan ve hate binçavkirin û piştre ji aliyê HPG’ê ve hate girtin, serbest hat berdan.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyek û got; "Serokê AKP’ya Colemêrgê Abdulmecît Tarhan ku ji aliyê gerîlayên me ve hatibû binçavkirin, piştî ku pêvajoya wî ya huqûqa temam bû, serbest berdan. "

Tarhan li Herêmên Parastinê yên Medyayê serbest hat berdan û li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rêveberên ÎHD, Mazlûm-Der û baroyan ve teslîm hate girtin û ber bi Tirkiyeyê ve bi rê ketin.