Serfermandariya Artêşa Tirk îdîa kir ku di nava 5 mehan de 373 gerîlayên PKK’ê hatine kuştin. Berdevkê Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê Bextiyar Dogan van îdîayên artêşa Tirk derewand û diyar kir ku di nava 4 mehan de 1035 leşker hatine kuştin û 101 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.
Berdevkê HPG'ê Baxtiyar Dogan jî derbarê mijarê ji Rûdawê re axivî û artêşa Tirk derewand. Bextiyar Dogan van îdîayên artêşa Tirk derewand û diyar kir ku di nava 4 mehan de 1035 leşker hatine kuştin û 101 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.
Dogan da zanîn ku her tim encamên şer bi çapemeniyê, gel û cîhanê re parve dikin û wiha got: "Di her du mehên dawî de operasyonên şoreşgerî yên gerîlayên me dest pê kir. Ev berdewam dike. Herwiha li Elkê operasyon dest pê kir, ew jî berdewam dike. Artêşa tirk hemû otorîteya xwe li wan mintiqeyan wenda kir. Me artêşa tirk felc kir.”
Dogan diyar kir ku çapemeniya tirk û hikûmeta AKP'ê jî li hember vê yekê, encamê vedişêrin û got; “ Em mehane aşkere dikin. Tenê 4 mehên dawî, em dikarin bi we re parve bikin. Artêşa tirk 160 caran operasyonên bejayî, 63 caran jî operasyonên hewayî pêk hatin. Di encama helîkopter û balafirên şer de gelek kesên sivîl birîndar bûn, gelek gund zirar dîtin. 225 car jî êrîşên kobra, tank û topan pêk hatin. Herwiha li hember operasyonên artêşa dagirker, di 4 mehan de 303 caran çalakiyên gerîlayên me yên bersivdayînê pêk hatin. Encama 120 çalakiyên gerîlayan nehatin zelalkirin. Yên din hatin zelalkirin û me encamên wan parve kir. Di 4 mehan de 1035 leşker û polîs hatin kuştin. Leşker û polîsên 477 birîndar in. 11 helîkopterên skorsky ji aliyê gerîlayên me ve hatin xistin. 101 hevalên me jî şehîd ketin."