HPG’ê nasnameya gerîlayê ku li dijî qereqola Durak çalakiya canbexşane li dar xist eşkere kir
HPG’ê nasnameya gerîlayê ku li dijî qereqola Durak a girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiya canbexşane li dar xist eşkere kir.
HPG’ê nasnameya gerîlayê ku li dijî qereqola Durak a girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiya canbexşane li dar xist eşkere kir.
HPG’ê nasnameya gerîlayê ku li dijî qereqola Durak a girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiya canbexşane li dar xist eşkere kir. Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, çalakî ji hêla Mumîn Aras ê bi nasnav Şiyar Serxwebûn hatiye lidarxistin.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de têkîldarî çalakiyê ev detay parve kirin; “9’ê Cotmehê saet 09.35’an gerîlayên me li dijî qereqola Durak a girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek berfireh li dar xistin. Hevalê me Şiyar Serxwebûn bi çalakiyek fedaî wesayîta bombebarkirî di nuqteya kontrolê re derbas kiriye, di hundirê qereqolê de teqandiye û çalakî daye destpêkirin. 5 wesayîtên zirxî, 4 kule, 3 nîzamiye, 13 çeper, 2 konteynir û zêdetirî 10 avahiyên yekkatî ji ber bandora teqînê bi temamî îmha bûne. Piştî çalakiya fedaî, li dijî 6 çeperan bi çekên giran û ferdî ji 3 baskan ve çalakî hate lidarxistin û 3 çeper hatin ruxandin.
Di vê çalakiyê de piranî payebilind, 58 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê jî artêşa TC bi 22 ambûlans, 3 helîkopterên ambûlansê û 8 wesayîtên zirxî yên Kîrpî ve mirî û birîndarên xwe rakirine.
Ev çalakî li dijî tecrîda li ser Rêbertiya me, ji bo bîranîna şehîdên me yên di operasyona Şemzînan û Çelê de û 4 mirovên me yên li Geverê hatine qetilkirin hate lidarxistin.”
Di daxuyaniyê de têkîldarî Mumîn Ûras jî wiha hate gotin; “Hevalê me Şiyar ku sala 2013’an tevlî Refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû, di demek kurt de pêşketinek gelek mezin bi dest xist, bi zanebûna fedakarî bawerî û girêdanek mezin dixwaze xwe ji bo her cure wezîfeyên demê amade kiribû.”
Nasnameya gerîlayê ku çalakiya fedaî li dar xist wiha ye;
Nasnav: Şiyar Serxwebûn
Nav û Paşnav: Mumîn Aras
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Zeytûn - Îhsan
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg /9'ê Cotmeha 2016