Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê nasnameya du gerîlayên li navçeya Şemizînanê di encama pevçûnên dijwar de jiyana xwe ji dest dan aşkere kir.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê ragihand ku her du gerîlayên navên wan hatine aşkerekirin, di encama pevçûna dijwar a di dema operasyona artêşa Tirk li navsera Ewliya ya Şemizînanê bi armanca bi destxistina herêmên di bin kontrola gerîlayan de jiyana xwe ji dest dane. Fermandariyê di daxuyaniya da de got:
“11’ê Îlona 2012, saet di 18.30-19.00, gerîlayên me li dijî yekîneya 100 kesî ya artêşa dagirker a Tirk a ku ji tîmên pêk dihat û dixwest navsera Ewrliya girêdayî Şemizînanê bi dest bixe, çalakiyek li dar xistine. Di çalakiya navbera saet di 18.30-19.00 de pêk hat de 10 leşkerên dijmin hatine kuştin. Di encama çalakiya gerîlayên me de 2 hevalên me gihiştine şehadetê. Navê gerîlayên me yên gihiştine şehadetê Huseyîn Welat û Mahîr Çayan in.”
Nasnameya 2 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane:
-Ekîn Morsumbul, bi nasnavê Huseyîn Welat, li Çewlikê ji dayîk bûye
-Huseyîn Ceylan, bi nasnavê Mahîr Çayan, li Mûş-Melezgirê ji dayîk bûye.