HPG’ê nasnameya 4 gêrîlayên li navçeya Miyaran ya Xerpêtê di serê meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dayîn aşkera kir.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku, beriya gêrîla di pevçûnê de jiyana xwe ji dest bidin, di 1 û 2’ê Cotmehê de di navbera demjimêrên 17.30-19.30’an de di navbera gundên Dêrik û Tîrmav yên ser bi navçeya Miyaranê ya Xerpêtê de gêrîlayan rê kontrol kirin.
HPG’ê ragihand ku, “Di 2’ê Cotmehê de derdora demjimêr 19.15’an de helîkopterên kobra herêm bombebaran kirin.” HPG’ê diyarkirin ku, “Weke din li derdora demjimêr 24.00’an de di navbera hêzên me yên gêrîla û dijmin de pevçûn derketiye û hêjmara mirî û birîndarên dijmin ji aliyê me ve nehatine zelalkirin, her wiha di encama pevçûnê de 4 hevalên me jî bi awayek qehreman berxwedane û gihane şahadeta xwe.”
Nasnameyên 4 gêrîlayên HPG’ê ragihandin wiha ne:
Hiyam Seydo bi nasnav Canda Welat, li bajarê Dirbêsiyê (Rojavayê Kurdistanê) ji dayîk bûye.
Turgut Gokalp bi nasnav Delîl Botan, li navçeya Xelfetî/Riha (Bakûrê Kurdistanê) ji dayîk bûye.
Askerî Mengî bi nasnav Serxwebûn Hanî, li bajarê Amedê (Bakûrê Kurdistanê) ji dayîk bûye.
Evîn Gokguz bi nasnav Hebûn Argêş, li bajarê Amedê (Bakûrê Kurdistanê) ji dayîk bûye.