HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên jiyana xwe ji dest da aşkere kir

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên jiyana xwe ji dest da aşkere kir

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên HPG’ê yên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber sedemên cûda jiyana xwe ji dest dan, aşkere kir.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da aşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat got got: “Rêhevalê me Soran Aras - Celal Evliyan di 12' Kanûnê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama nexweşiyekê de tevî hemû hewldanan nehate rizgarkirin, tevlî karwanê şehîdan Azadiyê bûye.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di berdewama daxuyaniya xwe de got: Rêhevalê me Mesut Botan - Mesut Acer di 15' Kanûnê de dema li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo erkekî çûbû, di wê demê de tevlî karwanê şehîdan Azadiyê bûye.”

Nasnameya 2 gerîlayan wiha ne:

-Celal Ewliyan, bi nasnavê Soran Aras, li Sineyê ji dayik bûye,

-Mesût Acar, bi nasnavê Mesûd Botan li Stenbolê ji dayik bûye, bi eslê xwe ji Şirnexê ye.