HPG’ê nasnameya 12 gerîlayên ku li Çelê jiyana xwe ji dest dabûn eşekere kir
Hêzên Parastina Gel (HPG), nasnameya 12 gerîlayên li di şerê li herêma Ertûş a Çelê jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kirin.
ANF
BEHDÎNAN
yekşem, 9 kewçêrê 2016, 15:08
...
Di daxuyaniya HPG’ê de têkildarî nasnameyên 12 gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane ev agahî parvekirin:
“Li navçeya Çelê ya Colemergê, artêşa TC li qada Ertûşê di 30'ê Tebaxê de operasyoneke mezin dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de li derdora Keleha Ertûşê, girê Şehîd Neval û Şehîd Cîhad şerekî giran qewimî. Di vî şerî de ku roj bi roj giran dibû, balafirên şer bi ser van giran de û bi ser tevahiya qadê de bênavber bombe barandin. Li dijî vê operasyona ku teknîka herî pêşketî ya leşkerî hate bikaranîn, ji bo hin deverên vê qadê werin bidestxistin, hêzên me yên gerîla bi lehengî li ber xwe dan.
2'ê Îlonê girên Şehîd Newal û Şehîd Cîhad bi hawan, top û obêsan hatin bombekirin. Li van giran di navbera hêzên me yên gerîla û leşkerên artêşa TC de şerekî ji nêzîk ve û tund qewimî. Gelek caran leşkerên ku xwestin têkevin van qadê piştî ku bi dehan mirî dan neçar man ku vekişin. 3'ê Îlonê li derdora girên Şehîd Cîhad, Şehîd Colemerg, Çeko û derdora Keleha Ertûşê di encama çalakiyên gerîlayên me de zêdeyî 40 leşkerên leşker mirin û gelek jê birîndar bûn.
Li van qadan artêşa TC ku li hemberî berxwedanê bi çekên teknîk dixwest bi ser bikeve û bombebaran dida dewamkirin, girên ku tê de têk çûyî, cenazeyên leşkerên ku ji nedîtî ve hat û bi zanebûn bombekirin berdewam kir.
Di vî şerê berxwedanê de yê li herêmê ku hê jî berdewam e, bi sedan leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek jê birîndar bûn. Di encama şer û bombebarana giran de hevreyên me ji bo ku qadên azad bi dest dijmin ve bernedin xwe kirine çeper û bi lehengî şehîd bûne. Artêşa ku qet hêza wê ya şer nemayî, teknîka leşkerî ya ku hêviya xwe pê ve girêdayî jî li çiyayê Kurdistanê têk çûye.
Dema ku em vî şerî û agahiyên 12 hevrêyên xwe ku şayanî berxwedana bi debdebe temsîl kirine ragihînin, divê hemû Kurdistanî bizanibin ku berxwedana ku nîşan dane bûye destan. Wan dema ku di parastina mewzî, girekî de bûn, ji bo her bihosta xaka Kurdistanê biparêzin, bi baweriya ku divê azadî bi berdêlên mezin were nivîsîn, pêdiviyên ruhê fedayî bi cih anîne. Wan derbên ku dijmin şeht bikin li dijmin xistin û tevlî nav karwanê şehîdan bûn.
Nasnameyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, wiha ne:
Nasnav: Argeş Piro
Nav û Paşnav: Osman Ozoglû
Cihê Jidayîkbûnê: Amed
Navê Dayîk û Bav: Omeriye – Alî Rıza
Cih û Dîroka şehadetê: Colemêrg / 30’ê Tebax– 6’ê Îlon 2016
***
Nasnav: Havîn Evîn
Nav û Paşnav: Şehrîban Aydemîr
Cihê Jidayîkbûnê: Sêrt
Navê Dayîk û Bav: Zeynep - Deham
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg / 30’ê Tebax– 6’ê Îlon 2016
***
Nasnav: Hevîdar Devrîm
Nav û Paşnav: Faîze Esedî
Cihê Jidayîkbûnê: Selmas
Navê Dayik û Bav: Nazîme - Cemal
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg / 3’ê Îlona 2016
***
Nasnav: Nuda Kurdistan
Nav û Paşnav: Guneş Goren
Cihê Jidayîkbûnê: Mûş
Navê Dayîk û Bav: Kûdret - Alî
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg / 4’ê Îlona 2016
***
Nasnav: Pîro Pasûr
Nav û Paşnav: Şebap Bayram
Cihê Jidayîkbûnê: Amed
Navê Dayîk û Bav: Unzîle - Suphan
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg / 7’ê Îlona 2016
***
Nasnav: Renas Amed
Nav û Paşnav: Onûr Canbey
Cihê Jidayîkbûnê: Amed
Navê Dayîk û Bav: Nesîbe - Alî
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg / 30’ê Tebax– 6’ê Îlon 2016
***
Nasnav: Rojevîn Koçer
Nav û Paşnav: Dîcle Ter
Cihê Jidayîkbûnê: Êlih
Navê Dayîk û Bav: Nevzete - Kerem
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg / 30’ê Tebax– 6’ê Îlon 2016
***
Nasnav: Rubar Ronî Kobanî
Nav û Paşnav: Abdullah Tamyer
Cihê Jidayîkbûnê: Şirnex
Navê Dayîk û Bav: Saniye - Yûsûf
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg / 30’ê Tebax– 6’ê Îlon 2016
***
Nasnav: Sozdar Şevîış
Nav û Paşnav: Beybîn Yoksîl
Cihê Jidayîkbûnê: Şirnex
Navê Dayîk û Bav: Hanim - Halît
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg / 2’yê Îlonê 2016
***
Nasnav: Tekoşer Dilgeş
Nav û Paşnav: Enes Mete
Cihê Jidayîkbûnê: Mûş
Navê Dayîk û Bav: Garîban - Osman
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg / 30’ê Tebax– 6’ê Îlon 2016
***
Nasnav : Tekoşîn Silopî
Nav û Paşnav: Ozlem Kaplan
Cihê Jidayîkbûnê: Mêrsîn
Navê Dayîk û Bav: Salîha - Lezgîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg / 1’yê Îlona 2016
***
Nasnav : Zana Botan
Nav û Paşnav İsmail Elçi
Cihê Jidayîkbûnê: Şirnex
Navê Dayîk û Bav: Hatîce - Saît
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg / 30’ê Tebax– 6’ê Îlon 2016
Gerîlayên ku gihiştîn kerwanên şehîtên azadiya Kurdistanê hevriyên me Argeş (Osman Ozoglû), Havîn (Şehrîban Aydemîr), Hevîdar (Faîze Esedî), Nuda (Guneş Goren), Pîro (Şebap Bayram), Renas (Onûr Canbey), Rojevîn (Dîcle Ter), Rûbar (Abdullah Tamyer), Sozdar (Beybîn Yoksûl), Tekoşer (Enes Mete), Têkoşîn (Ozlem Kaplan) ve Zana (ÎsmaÎl Elçî) bi sekna sirûda Rêbertiya Azad û Kurdistan Azad a demê gihiştin şehadetê. Em soza şopandina rêya 12 hevriyên xwe didin û em ê têkoşîna wan bilind bikin û em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin.”