Hate hînbûn ku, gêrîlayên HPG’ê di ser qereqola li herêma Geliyê Zînê ya ser bi Şemzînana Colemêrgê de girt. Di serdegirtinê de derbarê mirî û birîndaran agahî nehate girtin, pevçûnên li herêmê didomin.
Pevçûnên ku li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê didomin, hate hînbûn ku gêrîlayên HPG’ê di demjimêrên şevê de di ser qereqola li herêma Geliyê Zînê de girtiye. Di dema serdegirtinê de pevçûn çêbûye, heya niha agahiyên mirî û birîndaran nehatiye. Helîkopterên kobra yên ji navçeyê rabûn jî herêmê gulebaran dikin. Her wiha balefirên şer yên ji Amedê jî rabûn herêmên Gare û sînorê Başûrê Kurdistanê yên pişta girê Çiyayê Goman ku 3 km dûrî navçeyê ye bombebaran dikin.