Gêrîlayên HPG’ê li dijî înşata qereqolê ya li Bajarokê Xirwate yê ser bi navçeya Gevera Colemêrgê êrîş pêkanîn. Di êrîşê de cerdevanek mir.
Li gorî agahiyan, di demjimêrên şevê de komek ya gêrîlayên HPG’ê di ser înşatek ya qereqolê de girtin. Di dema serdegirtinê de demek kurt pevçûnê rû da, di pevçûnê de cerdevanê binavê Kenan Taşel yê 38 salî hate kuştin. Hate ragihandin ku, cenazeyê cerdevan Taşel rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.