HPG’ê encamên çalakiyên hemwext ên li Dêrsimê aşkere kir

HPG’ê encamên çalakiyên hemwext ên li Dêrsimê aşkere kir

HPG’ê derbarê çalakiya rêzeçalakiyên gerîlayan ên di çarçoveya tevgera şoreşgerî ya Şehîd Zîlan, Şehîd Celal û Şehîd Azîz li Dêrsimê tên lidarxistin de agahî da û diyar kir ku di encama çalakiya gerîlayan a şevê din de herî kêm 10 leşker hatine kuştin. HPG’ê aşkere kir serweriya rêya Dêrsim-Erzînganê di destê gerîlayan de ye.

Navenda Çapemenî-Ragihandinda HPG’ê der barê rêzeçalakiyên gerîlayan ên gerîlayan ên di çarçoveya tevgera şoreşgerî ya Şehîd Zîlan, Şehîd Celal û Şehîd Azîz li Dêrsim-Erzînganê tên lidarxistin de agahî da

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn; “Di çarçoveya tevgera şoreşgerî ya Şehîd Zîlan, Şehîd Celal û Şehîd Azîz gerîlayên me di navbera Dersim û Erzinganê de hin rêze çalakî li dar xistine.

100 WESAYÎT HATIN RAWESTANDIN

Di vê çarçovê de di 22'ê Îlonê de di navbera saet 17.00-24.00'ân de li ser riya Dersim -Erzinganê li derdora Kirmizikopruyê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. 100 wesayit hatiye rawestî, nasname hatiye kontrolkirin û gel jî di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Di vê çalakiyê de 2 tirên şîrketê taybet ên bi artêşa dagirker a tirk re hevkariyê dike hatiye şewitandin û rûxandin.

HERÎ KÊM 10 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Bi awayeke hemwext li sêgoşeya Dersim, Qisle û Pulemurê li dijî qerqola Yolçati û nuqteya kontorlê ya ji aliyê leşkerên vê qereqolê ve hatibû sazkirin, ji aliyê gerîlayên me çalakiyeke berfireh hatiye lidarxistin. Leşkerên di hundirê 2 panzer û akrebekê ya li nuqteya kontrolê radiwestiyan di encama lêdanên bandor ên gerîlayên me nekarîne bersiv bidin û xwe li hundirê wesayitan kîlîtkirine. Di encama vê çalakiyê de 6 çeperên dijmin li gel leşkerên tê de hatiye rûxandin, 10 leşkerên dijmin ê bi çav hatiye dîtin hatiye kuştin, 10 leşker jî birîndar bûye.

ÇEKÊN HATINE BIDESTXISTIN

Li dijî girên ewlekariya Qereqola Yolçatî digire ji 3 baskan, li dijî çeperên qereqolê jî ji 4 baskan ji aliyê gerîlayên me ve bi bandor hatiye lêdan, di encama van lêdanan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Di vê çalakiyê de gerîlayên me çekek otomatîk a G3, li gel rextê xwe yê tije 1 çeka melez a HK33, dûrbîneke şev û lazerek ji aliyê gerîlayên me ve hatiye desteserkirin. Herweha fermandarê qereqola Yolçati jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan.

8 WESAYÎT Û EMBÛLANSAN KUŞTÎ Û BIRÎNDARAN BIRIN

Li dijî çeperên baregeha qereqola Kutudereyê ji aliyê gerîlayên me ve ji du baskan ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama lêdana bi bandor de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve nehatiye zelalkirin. Dijmin bi 8 embûlans û gelek wesayitên sivîl kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye. Ji piştî çalakiyê heta danê sibê ya 23'ê Îlonê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan li dijî herêmê bê ser û ber bombebaran kiriye.

Nuqteya kontrolê ya ji aliyê gerîlayên me li ser riya Dersim - Erzinganê daniye û herêm hîn jî di bin serweriya gerîlayên me de ye.