HPG’ê serokê berê yê navçeya Pîrana Amedê Hamît Çelîkkanatê yê ku di tebaxê de ji aliyê gerîlayan ve hatibû binçavkirin serbest berda.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyek aşkere kir; “Di 22'ê Îlonê de li navçeya Pîrana Amedê Hamît Çelîkkanatê ji aliyê gerîlayên me ve hatibû binçavkirin, piştî kar û xebatên hiquqî bi dawî bû serbest hatiye berdan.”