HPG’ê çalakiya li navenda Geverê girt ser xwe

HPG’ê çalakiya li navenda Geverê girt ser xwe

HPG’ê çalakiya duh li navenda Geverê li dijî polîsek ku “agahiyên sîxûrî kom dikir” pêk hat girt ser xwe.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG derbarê çalakiyê de got; “Di çarçoveya tevgera şoreşgerî ya li navçeyên Şemzînan, Gever û Çelê ya Colemergê de gerîlayên me li navenda Geverê çalakiyek li dar xistiye. Di 21'ê Îlonê de di saet 15.00'an de polîseke bi navê Îsmaîl Ozturk ê di xebatên rêxistinkirina sîxurtiyê û di derbarê gelê me yê welataparêz de îstîxbaratan berhev dike ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin. Herweha debanceyeke vî kesî jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye desteserkirin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Kontrolên asayî yên rê jî, ji aliyê gerîlayên me ve berdewam dike. Di 21'ê Îlonê de di navbera saet 10.00-18.00'an de li ser riya Gever û Oramarê li herêma Geliyê Doskiyê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvaoyê de hatiye agahdarkirin.”

LI XOZATÊ KONTROLA RÊ

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku di 21'ê îlonê de di navbera saet 17.30-19.30'an de li ser riya Dersim û navçeya wê Xozatê li nêzî Gundê Dalli ji aliyê gerîlayan ve rê hatiye kontrolkirin û got; “Li vir nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvaoyê de hatiye agahdarkirin.”

HPG’ê got; “Di 13'ê Îlonê de li navçeya Çaldirana Wanê xebatkarê Ûgûr înşaatê Bûlût Aras piştî xebatên lêpirsînî û hiquqî qediyaye serbest hatiye berdan.”