HPG’ê çalakiya li dijî dozger Mûrat Ûzûn girt ser xwe

HPG’ê çalakiya li dijî dozger Mûrat Ûzûn girt ser xwe

HPG’ê çalakiya li navçeya Pulura Dêrsimê ya li dijî Dozgerê Tirk Mûrat Ûzûn girt ser xwe.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya da de got; “Di 19'ê Îlonê de di saet 12.00'an de li navçeya Pulura Dersimê serdozgerê bi navê Mûrad Ûzûn ê bi pêknaînên xwe yê dijminantiya Kurdan û pêkanînên faşîst tê nasîn, di operasyonên komkujiyê yên terora hiqûqê ya ji aliyê dewletê ve tê meşandin bi awayeke aktîf rol dilîze ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan.”

Di encama çalakiya sûîqestê de serdozgerê komarê yê Tirk bi giranî birîndar bû. Xeteriya jiyanî ya serdozger didome.